Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demokrat Dîsa Kontrola Civata Senatoya Dikin


Senatorê demokrat Catherine Cortez Masto, ya serkeftî di hilbijartinên Nevada de li gel Fermandarê wîlayetê
Senatorê demokrat Catherine Cortez Masto, ya serkeftî di hilbijartinên Nevada de li gel Fermandarê wîlayetê

Piştî ku Senatora Demokrat Catherine Cortez Masto, li wîlayeta Nevada hevrikê xwe yê Komarî Adam Laxalt têkbir, demokratan 50 ji 100 kursiyên Senatoyê bi dest xistin, û kontrola Senatoyê diparêzin û Komarîyan jî 49 kursî bi dest xistin.

Cortez Masto di hilbijartinên Nîvdemê yên li Nevada, berbijarê Komarî Adam Laxalt, têk bir.

Dema ku Biden li civîna ASEAN li Kamboçiya amade bûbû, derbarê car din kontrol kirina Civata Senatoran ji aliyê demokratan ve jê hat pirsîn, Biden got: "Ez ji encamê matmayî mam. Ez ji encamê gelek kêfxweş bûm."

Biden herwiha got: "Ez difikirim ku ev şiyanên berbijarên me nîşan dide. Ez li hêviya du salên pêş me."

Bi serketina Cortez Masto li Nevada, Associated Press (AP) şeva Şemiyê ev yek ragihand bû, herwiha pêşwext jî berbijarê Demokrat Mark Kelly li Arizona bi ser ketbû, Demokrat niha 50 kursiyên Senatoyê hene.

Lê niha kursiyê wîlayeta Georgia maye, ku hilbiartinên wê wîlayetê bo roja 6ê Kanûnê hatine paşxistin ku dubare dê hilbijartin bibin di navbera herdu berbijarên Demokrat Rafael Warnock û yê Komarî Herschel Walker de.

Eger ku Walker bi ser bikeve jî, wî çaxî dê kursiyên Komariyan di Senatoyê de bibin 50 kursî, Demokrat dê dîsa di Civata Senatoran de serdest bin ji ber ku Cîgira Serok Kamla Harris Demokrate û dikare biryara dengdanê bide.

XS
SM
MD
LG