Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cotkarên Îranî Kêmbûna Avê Protesto Dikin


Dîmeneke ji xwepêşandanên Cotkarên Îranî li istana Îsfehanê (Arşîv)
Dîmeneke ji xwepêşandanên Cotkarên Îranî li istana Îsfehanê (Arşîv)

Televîzyona dewleta Îranê ragihand ku bi hezaran cotkar û alîgirên wan îro Înê li bajarê Îsfehanê di xwepêşandaneke mezin de civîn ku qûtbûn û kêmbûna avê ya li herêmê protesto bikin.

Vîdyoyekê ku li ser torên civakî hatiye weşandin, nîşan da ku girse ber çemekî zuha kom bûye û cotkarên xwepêşander kon vedane.

Xwepêşander dirûşmên wek "Bihêlin Îsfehan careke din nefesê bigire, bila çemê Zayande Rudê vejîne, " diavêtin.

Wezîrê Enerjiyê yê Îranê Alî Ekber Mehrabian di televîzyona dewletê re jiber qûtbûn û kêmbûna avê lêborîna xwe xwest.

"Ez lêborîna xwe ji hemû cotkarên xwe yên hêja dixwazim, û ez şerm dikim jiber ku nikarim ava pêwîst bo berhemên wan peyda bikim. Bi alîkarîya Xwedê, hêvîdar im ku di çend mehên were de em karibin van kêmahîyan çareser bikin, " Mehrabian got.

Cotkarên eyaleta Îsfehanê bi salan e dijî qûtkirina ava çemê Zayande Rud bo heremên din nerazîbûnên xwe nîşan didin.

Ew dibêjin ku zevîyên çandinîyê yên wan zuha dimîne û debara jiyana wan tê tehdît kirin.

Li gor medyaya Îranê, boriyeke ku avê digehîne istana Yezdê gelek caran zarar dîtiye.

Li eyaleta Xuzistanê di meha Tîrmehê de li ser kêmbûna avê xwepêşandanên mezin hatibûn darxistin û herî kêm 4 kes hatibûn kuştin.

Berpirsê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî (NY), gulebarana kujer ya ser xwepêşanderan şermazar û rexne kiribû, lê Îranê ev yek red kiribû.

Îran rewşa hewaya zuha ya herî xirab ya di 50 salên dawî de wek sedema kêmbûna avê nîşan dide, hevdem rexnegir rêvebirina xelet tawanbar dikin.

XS
SM
MD
LG