Li herêma Cizîrê di nav zevîyên pembû de kurmê pembûyan belav bûye û ew jî dibe sedema tirsên mezin ku zarareke mezin bigiheje berheman.
Cotkar hişyarî didin ku rêjeya zîyana kurman 50 ji sedî derbaz kiriye û metirsî heye ku hemî pembû telef bibin.
Hecî Şêxmûs ji Dirbêsîyê ye û kurm di nav 90 donim zevîyê wî belav bûye. Ew dibêje ku ger ew zevî derman nekin, wê berhem hemû talan bibe.
Pembûyê herêma Cizîrê li seranser Sûrîyê navdar. Jiber şerê navxweyî çandinîya pembû sekinîbû, lê îsal dîsa destpê kir û nêzî 100 hektar bi pembû hat çandin.
Pispor belavbûna kurman bi gelek sedeman ve girê didin: germbûna pir bilind û neaktîfbûna cûreyê dermanên tunekirina wî kurmî.
Endezyarê çandinî Mehmed Fadil bi alîyekî din ve nêzîkî pirsgirêkê dibe û bi bîr tîne ku zevîyên Cizîrê berî niha bi keskahî hatibû çandin.
“Piştî çend salan ev sala yekê ye ku pembû hate çandin û dermana di bazarê de tunekirina vî kurmî ne karîger e. Jêderê vî dermanî ji dervayê herêmê bû û mixabin baş derneket.”
Endezyarê çandinî Mihemed Fatimê rewşa hewa wek sedema bingehîn dibîne. “Jiber ku di werzê zivistanê de qir û qeşa neket, hemî cûrêyên kêzik û kurmên nav zevîyan sax man û bi hatina havînê ew careke din aktîf bûn.”
Desteya Çandinî ya Kantona Cizîrê biryar da ku berhêmên pembû ji cotkaran bikire. Desteya Çandinî berê jî tov, semad û şewit dabûn cotkaran ku zevîyên xwe bi pembû biçînin.
Endama Desteya Çandinî Awaz Silêman dibêje ku dermanên kîmyayî nikarin vî kurmî bikujin.
“Berî niha ev kurm bi rêyên xwezayî dihate kuştin jiber ku cûreyek ji mêşan di nav zevîyên pembû de ew kurm dixwarin. Navenda lêkolînên zanistî ya çandinî niha kar dike ku navendeke kedîkirina wan mêşan ava bike.”
Li gor hejmarên hikûmeta Sûrî, berî 2012'an li Herêma Cizîrê nêzî 20 hezar hektar zevî bi pembû dihat çandin û niha tenê 100 hektar hatiye çandin û ew jî kurm nav de belav bûye.