Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salvegera Hewildana Darbeya Leşkerî û Rewşa Tirkiyê


Li ser hewladana darbeya Leşkerî ya 15ê Tîrmehê ku tevgera FETO pêk anîbû de salek derbas bû.

Di hewldana darbeya Leşkerî de 173 kesên sîvîl, 62 Polês, 5 leşker bi tevahî 240 kes jîyana xwe ji dest dan

Dewleta Tirk li her derê Tirkîyê ji bo salvegera 15’ê Tîrmehê pîrozbahîyan li dardixin

Piştî hewldana darbeya neserkeftî, Rewşa Awarte hate îlankirin û dewletê her roj bi operasyonan bi herazan kesan bi tewanbarîya têkilîya wan bi hewldana Darbeya Leşkerî heye binçav kirin û girtin.

Hikûmeta Tirkîyê di nava refên dewletê de gelek guherînên bingehîn çêkirin, di qadên wek: perwerde, qada gişkê, qadên ewlehîyê, qadên saxlemiyê,di qada asayîsê de, ya leşkerî de û herwiha kesên ku di nava rêvbirina TirkÎyê de cîh digirtin jî hatin guhertin.

Herwiha dewletê Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnê de îlan kirin û bi van biryarên bi hezaran mamoste,akademîsyen û xebatkarên gişkê ji karên wan hatin avêtin.

Di rewşa awarte de bi hezaran rexistinên sivîl, rojname, kovar û kanalên televîzyonê hatin girtin . Bi tevahî 178 sazîyên çapemenîyê,1425 sazîyên sivîl,123 jî waqf hatin girtin. Di nava van hejmaran de jî gelek sazî û dezgeyên Kurdan hebûn

Herwiha 11 parlementerên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di rewşa awarte de hatin zindan kirin û dewletê bi tayîn kirina qayyûm dest dan ser dehan şaredarîyên Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) û hevşaredarên wan hatin girtin

Li hember rewşa awarte li Tirkîyê gelek çalakî hatin li dar xistin

Mamosteyên bi navê: Nûrîye Gulmen û Semîh Ozakça jî bi daxwaza ku Rewşa Awarte bi dawî be û dîsa vegerin ser karên xwe 129 rojin di greva birçîbûnê de ne,rewşa wan her roj ber bi xirabîyê ve diçe û heta niha ji dewletê tu gaveke nehatîye avêtin

Serokkomarê Tirkî Recep Tayyîp Erdogan ji darizandina Serokê Tevgera FETO Fetûllah Gulen daxwaza lêvegarandina wî ji Amerîkayê dike her wiha daxwaza kesên ku ji ber darbeya leşkerî çûne welatê Ewrûpa jî dike.

Hêjayê bîrxistinê ye ku duh bi îlankirina Biryarnameya Di Hikmê Qanunê de jî 7 hezar û 692 kes hatin îxrackirin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:25 0:00

XS
SM
MD
LG