Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr.Şêrwan Rahmane Şal li Ser Rewşa Vaksîn Û Çareseriyên Dijî COVID-19 Diaxive


Dr. Şêrwan Rahmane Şal, Hewlêr
Dr. Şêrwan Rahmane Şal, Hewlêr

Nêzîkî du salane cîhan rastî derdê panemiya vîrusa korona hatiye, di dema amade kirina vê raportê de zanîngeha John Hopkins di malpera xwe ya fermî de daye weşandin ku hejmara kesên tûşbûyî li cîhanê gehiştîye 242,145,619 kesan û 4,924,149 kes mirine û tenê li Amerîka hejmara kesên tûşbûyî gihaye zêdetirî ji 45 mîlyon kesan û 731,271 kes jî mirine.

Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) heriwa derbarê vaksînan de û yên ji aliyê navnedê ve hatine erê kirin ev cûreyên vaksînan bi nav kirine û mercên wergirtina wan zelal kirine; Pfizer-BioNTech, Moderna û Johnson & Johnson /Janssen.

Li gorî malpera fermî ya CDC herkes di jiyê 12 salî û pêleltir de, dikare wê vaksînê dane û du dozên wê hene, piştî du hefteyan ji danîna derziya yekê ya vaksînê dikare derziya duyê bistîne, herwiha Moderna jibo kesên di ser jiyê 18 saliyê re rewaye, ew jî du derzîne, J&J vaksîn tenê yek derzîye kesên di ser jiyê 18 saliyê de dikarin wê vaksînê bikar bînin.

Herwiha hin saziyên Biofarmesî ji li cîhanê dane diyar kirin ku ew niha jibo dîtina çareseriyek maynde ya vîrusa korona xebatên xwe berdewam dikin.

Ji bo danûstandina derbarê pêşketinên di vaksînanên dij covid-19 de li ser astê cîhanê hatine afirandin û ev vaksîn çawan dikarin serderiyê ligel vîrusên covid-19 yên xweguher bikin, dengê Amerîka hevpeyvîn bi birêz Dr. Şêrwan Rahmane Şal re encam dan.

Dr. Şîrwan pisporê pizîşkiya Fisyolojî û hinavane û mamostayê zanîngehê ye li bajarê Hewlêr yê Herêma Kurdistana Îraqê.

Dr. Şêrwan got ku zanayên cîhanê û saziyên di warê tendirustî û dermansaziyê de 7 rojan û 24 seatan dixebitin jibo derman û çareseriya covid-19 bibînin, û got ku xweşbextane heta nihe vaksîn bûne sedemê ku ew pandemî bihê sinordar kirin û zêdetir li cîhanê belav nebe. Dr. Şêrwan Herwiha derbarê vaksînên jibo zarokan ramanên xwe anîn ziman.

Hevpeyvîn bi Dr. Şêrwan Rahmane Şal
please wait

No media source currently available

0:00 0:10:42 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG