Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çima li Wanê Hejmara Pêketîyên COVID-19’ê Zêde Dibe?


Dîmenek ji bajarê Wanê. Wêne: Arif Aslan.
Dîmenek ji bajarê Wanê. Wêne: Arif Aslan.

Li bajarê Wanê piştî belavbûna cureya vîrusa korona ya bi navê Omicron, hejmara pêketîyan 15 qat zêde bû.

Li gor daneyên Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê, li bajarê Wanê ji 100 hezaran sedî 16,44 kes bi vîrusa koronayê ketine. Berya vê encamê li bajêr 10 kes bi vîrusa korona diketin, lê niha rojê derdora 150 kes pê dikevin.

Walîyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez daxuyanî da ajansa Îhlasê û da zanîn ku piştî belavbûna cureya Omicronê hejmara pêketiyan 15 qat zêde bûye.

“Bajarê Wanê bi hejmara kesên bi vîrusa koronayê ketî li Tirkîyê di rewşa herî baş de ye. Lê di alîyê bi karanîna vaksînê de hin jî encamê serkeftî dest nexistîye. Bi vê yekê di alîyê bi karanîna vaksîna duyan de hin jî bajarê me di kategorîya zer de ye. Bi taybet piştî belavbûna cureya Omicronê hejmara pêketîyan vîrusa korona zêdebûn.”

Bîlmez, anî ziman ku di rojên dawî de bi awayekî şember zêdebûn pêketîyên vîrusa korona zêdedibin û piranîya van jî bi cureya Omicronê ketine.

“Em dibînin ku hejmara pêketîyên cureya Omicronê rojbiroj zêde dibin û piranî jî kesên 60 salî yên ku vaksîna xwe ya 2’an bikar ne anîne pêk tê. Ciwan vê nexweşîyê niha sivik derbaz dikin, lê divê kesên temen mezin zêdetir hîşyar bibin û vaksînên xwe bikar bînin.”

Li gor pêzanînên Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê, di nava heftîya borî de 488,609 kes bi vîrusa korona ketine û jiber heman sedemê 1057 kes canên xwe ji dest dane.

Raporta Arif Aslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:51 0:00
XS
SM
MD
LG