Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêkolînên Nû Balê Dikşênin Ser Nexweşiyên Mejî Û Nîşanên Domdar yên COVID'ê


Enstîtuyên Niştimanî yên Tenduristiyê li Amerîka dest bi çend lêkolînan dikin da ku dermanên bikêrhatî ji bo COVID'a dûmdirêj taqîbikin. Ev pêngavek pir girîng e û çavlirê ye di hewildanên Amerîka de ku çareseriyekê ji vê nexweşiya seyr ku bi milyonan kes tûşê wê dibin, peyda bikin.

Daxuyaniya roja Duşemê ya projeya RECOVER ji aliyê van Enstîtuyan ve, bi buhayê 1.15 mîlyar dolar tê di nav dilgiraniya nexweşên COVID de ku bi mehan an jî bi salan bi pirsgirêkên tenduristiyê yên dûmdirêj re kêşe kişandine bê ku tu derman ji wan re peyda bibe.

Dr. Ziyad Al-Elî ji Zanîngeha Washington li St. Louis ku ne beşdarî van lêkolîna ye , lê ew lêkolînên xwe yên taybet di derbarî COVIDê ya dûmdrêj dike, dibêje : ev salek yan jî du salin dereng mane lê peydakirina bersivan di derbarî vê nexweşiyê de pir ginîg e, ji ber ku gelek kes li wir hene ku lewaziya nexweşan bikar tînin" bi dermankirinên ne piştraskirî.

Zana heta niha nizanin ka çi dibe sedema COVID'a dûmdirêj, ku ew bûye navnîşana nêzîkê 200 nîşanên cuda ji vê nexweşiyê re. Lêkolîn dibêje ku di navbera 10% ta 30% ji mirovan piştî ku ji COVID'ê rihet bûne, lê hîna jî ew nîşanê nexweşiyê bi wan re berdewam kiriye û êş û azar ji ber dîtine.

Wezîrê Tenduristî û Karûbarên Mirovî yê Amerîka Xavier Becerra got, "Ger ez 10 kesan pêda bikim, ez ê 10 bersivan wergirim bê ka COVID'a dûmdirêj çiye,".

Ji ber vê yekê niha, destpêşxeriya RECOVER 24,000 nexweş di lêkolînên çavdêriyê de şopandine da ku alîkariya bike bo naskirina nîşanên herî gelemperî û giran yên COVID ê, û gavên serekî ji bo vê şopandinê ev in:

  • Dibe ku stendina dermanê antîvîrusê yê Pfizer Paxlovid dikare COVID'a dûmdirêj sivik bike, ji ber teoriyek heye ku dibe hin coronavirusên zindî, an bermahiyên wê xwe di laş de veşêrin û tevliheviyê derxînin. Wek ku tê zanîn ku Paxlovid tenê ji bo 5 rojan tê stendin ji bo kesên ku cara yekê tûşî nexweşiyê dibin.

  • Dermankirinên ji bo "Mijeya mêjî" û pirsgirêkên din. Di nav wan de bernameya perwerdehiya zanistî ya BrainHQ ya kampaniya Posit Science Corp heye û ya din a bi navê PASC-Recovery Cognitive ji hêla sîstema Tenduristî ya Mount Sinai ya New York-ê jî heye, û dezgehek bizîjkî ya Soterix Medical jî heye ku bi elektrîkê şanên mêjî geş dike.


Du lêkolînên din dê di mehên pêş de vebin. Yek dê ji bo pirsgirêkên xewê be û bikaranîna dermanên wê. Ya din jî ji bo pirsgirêkên sîstema damarî ya destberdayî be - ya ku kontrola xebitandina bêhiş ya laş dike wek bihinstendinê û lêdana dil - di nav de nearamiya bi navê POTS jî hebe.

Dr. Anthony Komaroff, lêkolînera Harvard ya ku ne beşdarî vê pirojeyê ye, lê lêkolînê ji mêj de li ser nexweşiyek nepenî wek vê nxweşiya COVIDê dike, ku tê nasîn bi navê cêwîtiya westandina dûmdirêj, dibêje ku lêkolîna Paxlovid " ev lêkolîn di her aliyê de bê guman e.

Komaroff her weha got ku ew têdigihîje çima mirov dilgiranin ji van lêkolînan, ji ber ku demek dirêj stend, lê ev Enstîtuyên Niştimanî dereng man ta ku tiştekî bikêrhatî peyda bikin " û wiha got: "Divê ku tu xwedî armanca be ."

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG