Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bakur û Rojhilata Sûrîyê Doza Bêtir Vaksînên Dijî Koronayê Tê Kirin


Karbidestên saxlemîyê li bakur û rojhilata Sûrîyê dibêjin ku hejmara vaksînên ji aliyê Rêxistina Saxlemîya ya Cîhanê (WHO) ve hatine wergirtin têrî pêdivîyên serekî yên herêmê nake.

Di hevpeyvînekê de ligel dengê Amerîka, Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiyê li bakur û rojhilata Sûrîyê Dr. got ku heta nuha rêjeya mezin ji rûniştvanên deverê li dijî koronayê nehatine vaksînkirin.

Ciwan Mustafa
Ciwan Mustafa

Mistefa da zanîn ku tevî kempeynên dana vaksînê bo karmendên saxlemîyê û kesên bi temen mezin dom dike, hîn jî piranîya xelkê, bi taybet karmend û maosteyên xwendingehan, vaksîna dijî koronayê wernegirtine.

''Pêla çarê ya vîrûsa korona bi aweyekî zû belav dibe û hejamra pêketan roj bi roj zêde dibe,'' wî got.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberîya Xweser berî çar mehan 17,500 vaksînên dijî koronayê ji WHO wergirtibû.

Lê li gor hevserokê desteyê, ''hejmara ku wan ji sazîyê xwestibû yek mîlyon vaksîn bû, lê hejmara ku hatiye şandin pêdivîyên serekî tijî nake.''

Derbarî pirsa ku çima heya niha mamosteyên dibstanan vaksîn nestendine, Mistefa got ku hejmara vaksînan têra mamosteyan nake.

Di berdewamîya axafitina xwe de, Dr. Mistefa dîyar kir ku peywendîya wan bi WHO re didome û dest nîşan kir ku heke destwerdaneke bi lez neyê kirin, dibe ku hejmarên rojane yên pêketan hezarî derbas bike.

Hêjayî gotinê ye ku WHO 203,000 vaksînên AstraZeneca ji hikumeta Şamê re şandibû, beşek ji van vaksînan jibo Bakur û Rojhilata Sûrîyê hate veqetandin û niha li hin navendên saxlemîyê yên rejîmê vaksînkirin berdewam e.

Li aliyekî din, Rêveberîya Xweser jibo pêşîgirtina ber belavbûna vîrûsa koronayê de roja 17'ê vê mehê hemû kombûnên bo demeke nediyar qedexe kir.

Lê tevî vê yekê j', rêjeya tûşbûyên korona roj bi roj zêde dibe û tirsa belvabûnê di nava dibstanan de rewşeke metrisî dar derdixe holê ku ew ji bin kontrolê derkeve.

Raporta Zana Omer - September 22, 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:04 0:00


XS
SM
MD
LG