Heta îro Çarşemê hejmara giştî ya tûşbûyên vîrusa korona li Amerîkî gehişt 31.78 mîlyon kesan û hejmara miriyan jî, ji 568,000 kesan derbazbû, li gorî Navenda Sistema Zanistî û Endazeyî (CSSE) ya zanîngeha John Hopkins
Heta niha li seranserî cîhanê Amerîka welatê herî zêde tûşbûyî û miriyên vîrusa korona lê hene.
Herçende wergirtina derziyên vaksîna li dij COVID-19 li Amerîka berdewame, lê li gelek bajar û eyaletên Amerîka ciyên gerim yên belavbûna vîrusa koronayê ne û li gor rojnameya the Guardian bi rêjeyeke bilindtir ji berê, virus belav dibe.
Rojnama the Guardian li gorî datayên nû yên ku ji zanîngeha John Hopkins derketine dibêje herî kêm li 21 eyaletan 10% rêjeya rojane ya pêketiyên vîrusa korona bilind bûye, li gelek eyaletan pêgiriyên tendirustiya giştî li hember vîrusa korona hatine sist kirin.