Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sala Perwerdê 2020-2021 li Bakur Û Rojhilata Sûriyê Bidawî Dibe


Xwendin li Bakur Û Rojavayê Sûriyê
Xwendin li Bakur Û Rojavayê Sûriyê

Di encama belavbûna vîrusa Korona de li seranserî navçeyên Rêveberiya Xweser, biryarên dûrketina civakî û qexeya kombûnên girseyî hatin ragihandin, û ji bo zanîngeh ,dibistan û peymangehan cihên herî kombûn lê çêdibin li gorî biryarên qedexeyê deriyên wan dihatin girtin.

Desteya Perwerdê ya Bakur û Rojhilata Sûriyê sala perwerdê 2020-2021an bidawî kir, bê ku xwendekar ezmûnan pêşkêş bikin û derbasî sala xwendinê pê re bûn, ji ber rewşa tenderustî û dijwariya belavbûna vîrûsa Korona .

Kewser Doko Hevseroka Desteya Perwerdê ya Rêveberiya Bakur û Rojhilata Sûriyê
Kewser Doko Hevseroka Desteya Perwerdê ya Rêveberiya Bakur û Rojhilata Sûriyê

Kewser Doko Hevseroka Desteya Perwerdê ya Rêveberiya Bakur û Rojhilata Sûriyê ji Dengê Amerîka re li ser şêweyê ew bawernameyan bidin xwendekarên dibistanên seretayî zelal kir û got "Dê encamên werza duyan li gor pileyên şagirtan di werza yekê de bidest xistî wern dayîn".

Xwendekarên navîn û amadeyî ji bo wan sala perwerdê berdewam dike bi standina yedekên parastin û dûrketina ji hev ta ku hemû waneyên xwe bidawî bikin .

Dibistan li Herêma Rêveberîya Xweser li Sûriyê
Dibistan li Herêma Rêveberîya Xweser li Sûriyê

Doko ji Dengê Amerîka re taybetiya rewşa xwendekarên amadeyî û navîn şirove kir û got "Ji bo xendekarên bawernameyan tu guhertin nehatiye çêkirin".

Hêjayî gotinê ye ku ev ne cara yekê ye ku peymangeh, dibistan û zanîngeh li Bakur û Rojhilata Sûriyê ji ber karantînê tên girtin, ku sala borî jî va şêweya hate bikaranîn, herwiha xwendekarên zanîngeh û peymangehan di riya online re xwendina xwe berdewam kirin.

Raporta Reqa 02 05 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:37 0:00

XS
SM
MD
LG