Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esnafên Îstenbul'ê Jiber Aborîya Xirab Naxwazin Kargehên Wan Werin Girtin


Li Tirkîye di nava 24 seatên dawî de li gor pêzanînên Wezareta Saxlemîyê ya Tirkîye testa vîrusa korona ya 52,676 kesan pozîtîf derket û 248 kesan jî jîyana xwe ji dest da.

Bi zêdebûna hejmara pêketî û mirinên vîrusa korona û bi hatina meha Remezan’ê hikûmet careke din ango 13’ê Nîsan’ê hin tedbîrên ku 1'ê Adar’ê rakirîbû careke din distîne.

Bi vê yekê ve girêdayî dîsa çayxane, kafe û xwaringeh wê tenê bikaribin ku ji derve re servîsê bikin.

Karmendekî xwaringehê li Stenbolê
Karmendekî xwaringehê li Stenbolê

Gelo esnafên Îstenbul’ê tedbîrên nû yên hikûmetê çawe dibînin û daxwazên wan ên sereke çi ne?

Esnafê bi navê Erdal Guler ji tedbîrên nû ne kêfxweş e û bi gotina wî "Barê ser milê esnafan pir giran e."

"Hikûmet dibêje ku kargeh roj girtî, şev vekirî ne. Dema ku mirov li neyê salonê xwarinê nexwe tenê bi pakêtan nabe. Jiber ku çerq nazivire divê hikûmet di alîyê aborîyê de piştgirî bide esnafan û jiber ku bi rastî jî bar giran e."

Xwediyên kargeh û esnafên Stenbolê
Xwediyên kargeh û esnafên Stenbolê

Esnafê bi navê Jîr Mahîr Aslan jî tîne ziman ku di pandemîya vîrusa korona bi taybetî di alîyê aborîyê de bandorên pir xirab ser wan kirîye.

"Mixabin dewletê di dema pandemîya vîrusa korona de gavên pêwîst neavêt. Jiber vê yekê jî bandorên pir xirab ser esnaf û gel çêkir. Alîkarîya dewletê ya jibo sê mehan jî pir kêmbû û tedbîrên nû wê pirsgirêkên heyî mezintir bike."

Aslan bi berdewamî got ku standina tedbîran ser karê wan sedî 60/70 bandorên neyînî dike wî dîyar kir ku ew nikarin deyn û bacên xwe bidin û wî daxwaz kir ku kargehên wan neyên girtin.

Hêjayî gotinê ye ku berîya biryara hikumeta Tirkîye ya sistkirina tedbîran a 1'ê Adar'ê pêketîyên vîrusa korona ketibû 20,049 kesan û hejmara mirinan jî heta 81 kesan ketibû.

Raporta Stenbolê 11 04 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:44 0:00

XS
SM
MD
LG