Karbidestekî payebilind yê Tirkîyê îro Înê got ku civîna navbera Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan di dawîya vê mehê de tê gotûbêj kirin. Wî jderî got ku di rojevê de pêwendîyên Tirkîye û Rûsyayê, çekên Amerîkayê û nakokîyên li Ukrayna û Sûrîyê hene.
Tirkîye endamê NATOyê bi rexnekirina êrîşa Rûsyayê û şandina çekan bo Ukraynayê hewl dide ku hevsengîyê di navbera Moskowa û Kîevê de pêk bîne, di heman demê de li dijî ambargoyên Rojavayî derdikeve û bazirganîyê, geştîyarî û veberhênanê digel Rûsyayê re berdewam dike.
Li gor wî karbidestî, Erdogan çaverê ye ku di dawîya meha Îlonê da serdana Washingtonê bike.
Biden û Erdogan herî dawî di dawîya Hezîranê de li kêleka civîna NATO ya li Madrîdê civîyabûn, cîhê ku Tirkîyê vetoya xwe ya li ser beşdarbûna Fînlandîya û Swêdê bo NATOyê rakirî tevî dijberîya tund li hember endamtîya wan ji alîyê Rûsyayê ve.
Di dawîya wê lûtkeyê de Biden gotibû, Amerîka piştevanîya firotina firokeyên F-16 bo Tirkîyê dike û ew piştrast e ku erêkirina Kongreyê ya ku ji bo firotinê pêwîst e, dê bihêt bidestxistin.
Rayedarê payebilind yê Tirk got, "Piştî hevdîtina dawî ya digel Biden, rêveberîya Amerîkayê li ser hin mijarên girîng yên wekî F-16'an wek me daxwaz kirî pêngav havêtin. Bi bawerîya min dê tiştên bi vî rengî hebin."
Hestên li hember Tirkîyê di Kongresa Amerîkayê de di van çend salên borî de sar bûne, piştî ku Enqerê sîstemên mûşekî yên berevanîyê yên Rûsî kirî, ku bû sedema ambargoyên Amerîkayê û herwiha derxistina Tirkîye ji bernameya balafirên şer yên F-35.
Rayedarê Tirk got ku di nav mijarên gotûbêjên di navbera her du rêberan de şerê Ukraynayê, têkilîyên Tirkîye û Rûsyayê û peymana hinartina genimê Ukraynayê hene.
Her du welat nakok in li ser piştgirîya Amerîkayê bo YPGê, ku hevalbendê Amerîkayê ye di şerê li dijî Dewleta Îslamî de li bakurê rojhilata Sûrîyê.
"Niha li Sûrîyeyê dikare rûpeleke nû bihêt vekirin û divê Amerîka di vê çarçoveyê de gavan bihavêje. Herwiha divê xeterîya YPG'ê baş were nirxandin. Hin rayedarên Amerîkayê vê yekê dizanin," jederê ku Reutersê re axifî got.
Têkilîyên di navbera Tirkîye û Yunanîstanê de ku li rojhilata Deryaya Spî bûye sedema alozbûna têkilîyên kronîk, dibe ku werin gotûbêj kirin.