Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn ji Senatorê Amerîkî Scott Dixwaze ku Îdiayên Xwe Ronî Bike


Çînê îro ji senatorê Amerîkî Rick Scott xwest ku delîlên tawanbarîyên xwe yên dijî Çînê nîşan bide ku Pekînê bi hêdîkirin û astengkirina hewilên peydakirina vaksîna COVID-19 ya ji hêla welatên rojavayî ve sûcdar dike.

Berdevka wezareta derve ya Çînê Hua Chunying di preskonferansa rojane de bersîv da şîroveyên senatorê Komarî ya televîzyona BBC.

"Jiber ku wî qanûndanêrî gotibû ku li ba wî delîl hene ku Çîn hewil dide welatên rojavayî di pêşveçûn û peydakirina vaksînê de sabote bike. Hingê ji kerema xwe wan delîlan eşkere bike. Çi pêwîstî bi şermê nîne," Hua got.

Wê ji rojnamevanan re got ku pêşketin û peydakirina vaksîna COVID-19 ne pêşbazîyeke dualî ye.

“Pekîn hêvî dike ku Amerîka jî wek Çînê, soz bide ku ewê vaksîna nû bi belaşî pêşkêşî cîhanê bike,” Hua bi berdewamî got.

Scott di hevpeyvîna xwe ya roja Yekşemê de, dema ku ji wî hat pirsîn hûrgulîyên delîlên li ba wî nedan, lê wî got ku delîl bi rêya îstixbaratê giheştine destê wî.

"Çîn me naxwaze ... da ku bibe welatê yekê ku vaksînê peyda bike, Pekîn biryar da ku bibe neyara Amerîka û ya demokrasîya li seranserê cîhanê," wî ji BBC re got.

Serokê Amerîka Donald Trump û berpirsên din yên payebilind li Washingtonê gelek caran Çîn jiber helwesta wan ya vîrusa koronayê rexne kirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku heta niha li seranserê cîhanê zêdetirî 4 mîlyon mirov bi korona ketine û pirtir ji 400,000 kes jî mirine.

XS
SM
MD
LG