Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Wê Sixûrekî Amerîka Sedarê Kiriye


Hikûmeta Îranê îro Sêşemê ragihand ku wan karmendekî wezareta berevanîyê bi gumana sîxûrîya jibo Amerîkayê darve kiriye.

Berdevikekî Îranî ji Reutersê re got ku sîxurê tawanbarkirî Reza Asgarî, karmendekî berê yê Rêxistina Endustrîya Esmanî ya Îranî bû ku têkîlî bi Sazîya Navendî ya Îstîxbarata Amerîkayê danîbû.

Tehranê got ku Asgarî li wezareta berevanîyê di salên xwe yên dawî da bi CIA re têkilî danî û di derbarê mûşekên Îranî de agahdarî firot.

Nûnerê dadwerîya Îranê Gulam Huseyîn Îsmaîlî got ku Asgarî hate destnîşan kirin, mehkûmkirin û cezayê mirinê li wî hate birîn."

Îsmaîlî herwiha eşkere kir ku Asgarî hefteya borî hatiye sedarê kirin.

Îranê di meha Hezîranê de jî gotibû ku wan tawanbarekî sîxûr, Celal Hacizavar hilawîstiye ku ew jî karmendê wezareta berevanîyê bû.

Wezareta îstîxbaratê ya Îranê ragihand ku wan saleke berê xeleka sîxûrîya Amerîka têk birine û 17 hemwelatîyên Îranî ku bo CIA dixebitîn, desteser kirine.

XS
SM
MD
LG