Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Misir, Fransa, Almanya û Urdunê Hişyarî Didin Îsraîlê


Misir, Fransa, Almanya û Urdunê îro Sêşemê Îsraîl li hember girtina hin axa Fîlîstînê hişyar kir ku encamên vê kiryarê dê ser têkilîyên dualî hebin.

Di daxuyanîyekê de, ku ji hêla Wezareta Derve ya Almanya ve hatibû belav kirin, wan welatan û du hevalbendên sereke yên Îsraîlê li Rojhilata Navîn, gotin wezîrên wan yên derve çawanîya jinûve destpêkirina danûstandinên di navbera Îsraîl û Desteya Fîlîstînê da gotûbêj kirine.

Wezîrên çar dewletan piştî vîdyokonferansê ji bîragiştî re daxuyanîyek da.

“Em li hev dikin ku girtina axa Fîlîstînîyan ku di sala 1967'an de hate dagirkirin dê bibe binpêkirina qanûna navnetewî û ewê bingehên pêvajoya aştîyê jî bêxe metirsîyê.”

Ew û piranîya welatên din yên Ewrupî, dijberîya planên Îsraîlê dikin ku pêşbînîya girtina hinek cîhên Kenara Rojava ya dagirkirî dike.

Ew plan wek beşek ji peymana aştîyê, ku ji hêla Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatibû pêşxistin.

"Em guhartinên li ser sînorên 1967'an yên ku ji hêla her du alîyên di pevçûnan da ve nehatiye pejirandin nas nakin. Dibe ku ew bibe sedema encamên têkilîya digel Îsraîlê jî," her çar dewletan ragihand.

Desteya Fîlîstînê, ku Kenara Rojava jibo dewleteke Fîlîstînê ya paşerojê dixwaze, dijî vê bizavê derdikeve û Amerîkayê hêşta planên girtinê erê nekiriye.

Îsraîlê bersîvek demûdest nedaye daxuyanîya hevbeş ya çar welatan.

Lê, ofîsa Serokwezîr Benjamin Netanyahu di daxuyanîyek cuda de ragihand ku wî Duşemê ji hevtayê xwe yê Brîtanî Boris Johnson re got ku ew li ser plana Trump ya rastbîn pêgir e.

XS
SM
MD
LG