Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Civîna Navbera Lavrov û Çavuşoglu jiber Lîbya Hat Paşxistin


Arşîv)
Arşîv)

Karbidestekê Tirk îro Duşemê ji Reuetrsê re ragihand ku Rûsya û Tirkîye danûstandinên ser Lîbyayê paşve xistin.

Wî karbidestê got ku jiber hewildanên hikûmeta Trablûsê ya bi desteka Enqerê, ku bajarê li rex deryayê Sirte ji hêzên rojhilatî ya bi piştgirîya Rûsya, bistîne.

Hêjayê balkişandinê ye ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov roja Yekşemê serdana Stenbolê jibo civînek diyarkirî ya bi hevtayê xwe, Mevlut Çavuşoglu, nekir. Lê, karbidestên Tirk got ku danûstandin di asta pisporî de didomin.

Kremlinê derbarê paşxistina serdana Lavrov çi şirove nekirin, lê Wezareta Derve ya Rûsyayê Yekşemê gotibû ku ew li hêvîya "agirbesteke bilez" bûn û Lavrov dê civînê jinûve plan bike.

Cavusoglu îro got ku têkilîya paşxistina civînê bi "prensîbên bingehîn yên dualî" re tuneye.

Hikûmeta Lihevhatina Netewî ya Lîbyayê (GNA) ya bi piştgiriya Tirkîyê, ku ji alîyê civata navnetewî ve tê nasîn, heyamek e li dijî Xelîfa Heftar yê Artêşa Netewî ya Lîbyayê (LNA), di şer de pêşve diçe.

Sirte niha di bin kontrola LNA de ye ku ji Rûsya, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Misir destekê digire, lê piştî ku GNA bajar dorpêç kir, şerekî giran li vê derê çêdibe.

Sirte di navbera Trablusa bin kontrola GNA û Bîngazîya bin kontrola LNA cîh digire û bajarekî ser Deryaya Sipî û nêzîkî cîhên bingehîn yên derfirotina petrolê ye.

Hêzên Heftar ew bajar di meha yek de standibû û niha di pevçûna Lîbyayê da ji alîyê rojavayê ve bûye enîya şer.

"Yek ji kêşeyên sereke yên jibo paşxistina serdana Lavrov, plana şerê hikûmeta GNA ya jibo operasyona li ser Sirte ye ku destxistina wî bajarî kiriye armanceke serekî," heman jêder got.

XS
SM
MD
LG