Li Afrîqa mirinên piştrastkirî ji COVID-19'ê 100,000an derbaz bûye.
Parzemîna Afrika destpêkê da bersîvek baş da pandemîyê lê niha digel vejînek nû ve tekoşîn dike û oksîjena bizîjkî gelek caran bi awayekî bêhêvî kêm dibe.
"Em ji ya me difikirî bêçaretir in," rêvebirê Navendên Afrîqa ya Kontrol û Pêşîlêgirtina Nexweşîyan, John Nkengasong, di hevpeyivînekê da gote Associated Press û wî herwiha got ku ew di pêvajoyek pir bi êş da derbaz dibin.
Ew nîgeran bû ku "em dest bi normalkirina mirinan dikin", dema ku karmendên tendirustîyê pir westîya ne.
Parzemîna 54 netewan ku 1,3 mîlyar mirov lê hene hemen hemen hatina malzemeyên mezin yên derzîyên COVID-19 nedîtiye, lê cûreke ji vîrusa li Afrîqaya Başûr berbelav jixwe jibo hewldanên derzîlêdanê pirsgirêkan derdixe pêş.
Dîsa jî, heke derzî hebin, parzemîn divêt bikare % 35 heta % 40 nifûsa xwe vaksîn bike berî dawîya 2021'an û % 60 heta dawîya 2022'yan, Nkengasong got.
Mirinên ji COVID-19'ê di meha borî da li gorî meha berê vê li Afrîqayê % 40 zêde bûn, serokê Rêxistina Saxlemîya Cîhanê yê Afrîqayê, Matshidiso Moeti, hefteya çûyî gote rojnamevanan.
Ew pirtir e ji 22,000 kesên di çar hefteyên borî da mirî.