Serokwezîrê Îraqê Mustafa Kazimî piştî di meha Gulanê da hate ser kar, îro Sêşemê di serdana xwe ya derve da, çû Tehranê.
Medya dewleta Îranê radigihîne ku ewê digel rêberê ruhanî Ayetullah Alî Xameneyî bicive.
Serdana Kazimî ya Îranê da piştî serdana Erebistana Saudî çêbiba, lê piştî ku Qralê Saudî Salman bin Abdulazîz jiber kete nexweşxaneyê ew serdan hate betal kirin.
Kazimî jiber pevçûnên li herêmê di navbeyna Îranê û Amerîkayê, ku sala borî li nav axa Îraqê rûdabû, di navbera nal û bizmarê de maye.
Li Îraqê, Kazimî di bin giwaşên alîgirên Îranê û komên paramîlîter de ye ku wî wek dostê Amerîkayê dibînin, piştî ku wî daxwaza kêmkirina rola milîs û komên sîyasî yên ser bi Îranê kiriye.
Di du mehên pêşîn yên desthilata wî da hêzên ewlehîyê du êrêş birin ser mîlîsan belê gelek ji wan yên ku hatî desteser kirin zû hatin serbest berdan.
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zarîf roja Yekşemê serdana Bexdayê kiribû û ser rêka xwe li cîhê ku dronên Amerîkî Qasim Silêmanî û fermandarê mîlîşayên Şîa el Muhendîs kuştibûn, rawestîyabû.