Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nirxê Lîraya Tirkî Îro Hember Dolara Amerîkî Ket Asta Herî Nizim


Nirxê lîraya Tirkî îro Pençşemê hember dolara Amerîkî ket asta herî nizim, piştî ku şîrketên bazirganî şîroveyên karbidestekî Banka Navendî wek veşartina kêmbûna rezervên Enqere nirxandin.

Nizimbûna îro ya bo asta 7.25 ji ketina herî nizim ya krîza diravî ya 2018'an jî derbaz bû û ew ketin di dema nexweşîya vîrusa korona berhingarî welatî bûyî de pênc rûniştinan devam kir.

Di saet 0800ê Londonê de lîra li ser 7.24 rawestîya, di rojê da 0.5% daket û giheşte asta nizim ya Tebaxa 2018an. Îsal lîreya Tirkî di bin givaşa pandemîya COVID-19'ê de, ku li Tirkîyê bûye sedema mirina 3,584 kesan, %18 nirx bezir kir.

Wezîrê Darayî yê Tirkîyê Berat Albayrak, di peywendîyeke telefonî ya digel bazirganan de, roja Çarşemê di dema ketina nirxê lîraya Tirkî de, berevanîya polîtîkayên Enqerê kir û li gor beşdarvanên peywendîyê, wî gotiye ku rezervên Tirkîyê ji têrê zêdetir in.

Li gor beşdarvanên peywendîyê, Albayrak gotiye ku ew hêvîdar e ku jibo hêla guhertinê bo fînansmana diravên bîyanî peymanekê çêke, lê wî kêm hûrgilî dane.

Lê, bazirgan ditirsin ku Tirkîye di çareserkirina krîza darayî da rûbirûyê tengahîyan be.

XS
SM
MD
LG