Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeya WHO jibo Vekolînê Çû Çînê


Du pisporên Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) jibo vekolîneke ser serûkanîya pandemîya vîrusa koronayê îro diçin Çînê.

WHO ragihand ku pisporên tendirustîya ajalan û epîdemîlojî dê bi hevtayên xwe yên Çînî re, li Pekînê hevdîtinekê bikin ku hûrgilîyên wek cîhên serdanê, beşdarên serêdana nawnetewî ya bin seroktîya WHO gotûbêj bikin.

“Pirsgirêkeke girîng ev e ku em bizanin ka ew ji ajalan derbazî mirovan bûye yan ne û ger derbaz bûye, ew ji kîjan derbaz bûye,” berdevika WHO Dr. Margaret Harris di preskonferansekê de li Cenevrê got.

Zanist bawer dikin ku vîrusa korona dibe ku ji çekçekûlan çêbibe û ji wan derbazî ajaleke din ya bi memik bibe wekî kitikan anjî pangolînan berî ku derbazî mirovan bûyî.

Dawîya sala borî jibo sedema tûşbûyîyan li ser bazareka ajalên zîndî li bajarê Çînê Wuhanê hat rawestan, lê tûşbûyîyên seretayî nîşan dide ku derbazbûna ji ajalan bo mirovan dibe ku li cîhekî din çêbibe.

Bi armanca pêşîgirtina nexweşîyên paşerojê Çînê bazirganîya ajalên kovî rawestand û çend firoşgeh jî girtin û di heman demê da bergirîyên dijwar wergirtin ku bi awayekî berbiçav dîyar e ku tûşbûyên nû yên herêmê sekinandiye.

Mîsyona WHO ji alîyê sîyasî ve hesas e jiber ku Amerîka, ku desteka herî mezin ya diravî dide wê, jiber îdîayên ku wan nexweşî baş rêvenebirîye û Çîn parastîye, dixwaze têkilîyên xwe digel wê sazîyê qut.

Berdevikê wezareta derve ya Çînê Zhao Lijian îro Înê got ku Çînê rê li ber pisporên WHO vekirîye ku werin û lêkolîn û giftûgoyên zanistî ser serûkanîya vîrusê bikin.

“Amerîka ne tenê ragihand ku wê xwe ji Rêxistina Saxlemîya Cîhanê vekêşandîye, lê di heman demê da pirsgirêka dijî-epîdemîyê polîtîze kiriye û jibo berpirsîan veguhêze çendîn lîstîk lihîstine," Zhao got.

Di meha Gulanê da li Civata Saxlemîya Cîhanê zêdetirî 120 netewan li ser serûkanîya virusê banga lêpirsînê kirin. Çînê israr kir ku serokatîya lêpirsînê WHO bike û jibo wê bendê bimînin heta ku pandemî tê kontrol kirin.

XS
SM
MD
LG