Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) Raporta Îsal Eşkere Kir


Rêxistina Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) di raorta xw eya salane de radigihîne ku Îraq berdewam di rêza yekê de ye ku dozên kuştinkarî yên rojnamevanan nayên çareser kirin.

Di raportê de Sûrîyê jî yek ji wan welatên xeter e ku rojnamevan lê tên kuştin, bê ku kujêrên wan werin ceza kirin.

CPJ got, ev kuştin gefeyeke nû li rewşa Sûrîyê zêde dike, yek ji wan her xeter di cîhanê de ku rojnamevan karê xwe lê bikin.

CPJ dîyar dike ku jimareke mezin ji rojnamevanan tên revandin û gelek jî li wan jî li qadên şer tên kuştin.

Ji bilî Sûrîyê jî, Îraq welatekî din yê Rojhilata Navîn e ku di serê lîsteya 2014’an ya xirabtirîn cîhên jibo rojnamevanan.

CPJ dibêje, di nav deh salên dawî de 100 rojnamevan li Îraqê hatin kuştin û kujer jî nehatine dadgeh kirin.

Sûrîyê jî cara yekê îsal kete nav vê lîsteyê jiber ku 7 rojnamevan bi mebest hatine kuştin û kujêrên wna bê ceza dimînin.

Li gor raporta Komîteya Parastina Rojnamevanan, bêtirî 60 rojnamevan di sê salên dawî de li Sûrîyê hatine kuştin.

Herwiha bi kêmî 61 rojnamevan di sala 2013’an de li Sûrîyê hatine revandin, ku piraniya wan li ser destên serhildayan. Hinek ji wan rojnamevanan hatine azadkirin yan jî bi xwe reviyane.

Di lîsta îsal de welatên wek Somal, Fîlîpîn, Afganistan, Meksîka, Kolombîya, Pakistan, Rûsya, Brezîlya, Nîjerya û Hîndistan jî hene.
XS
SM
MD
LG