Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CPJ: Divê Herema Kurdistana Îraqê Demûdest Rojnamevan Berde


Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ)
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ)

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) îro Seşemê piştî ku 2 rojnamevanên serbixwe yên Kurd Şêrwan Emîn Şêrwanî û Guhdar Zêbarî ji hêla dadgeheke li Hewlêrê bi şeş salên zîndankirinê hatin ceza kirin, daxuyanîyeke ragihand.

Ignacio Miguel Delgado, nûnerê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa yê ser navê (CPJ) daxuyanî weşand.

“ Cezakirina îro ya rojnamevan Şêrwan Emîn Şêrwanî û Guhdar Zêbarî ne tenê neheq û bêpîvan e, lê ev yek jî piştrastdike ku hikûmeta herêma Kurdistana Îraqê di dawîyê de, dev ji îdaya xwe ya parastina azadîya rojnamevanî berdaye, ” Delgado got.

Nûnerê CPJ'ê Delgado, cezakirina rojnamevanan bi daxuyanîyê bi tundî rexne kir û bang li karbidestan kir.

“ Divê karbisetên Herema Kurdistana Îraqê, demûdest her du rojnamevanan serbest berdin, tawanbarîyên li dijî wan daxînin û dest ji destdirêjîya medyayê berdin, ” Delgado got.

Medyayê û parêzerê Şêrwanî Mihamed Abdullah,ragihandin ku Dadgeha Cezayê ya Hewlêrê her rojnamevanek bi tawana 'têkdana aramî û ewlehîya Herêma Kurdistanê, ' ceza kirîye.

Parêzer Abdullah ji CPJ re gotîye ku delîlên ku jibo cezakirina Şêrwanî hatine pêşkeş kirin têr nakin û bêbingeh in.

Rehman Garîb, berpirsê giştî yê Metro Center ya Mafên Rojnamevanan û berevanîyê ku ji destpêkê ve dozê dişopîne jî di derbarê dozê de agahdarî daye CPJ'ê.

Sazîya Metro Center ku li Herêma Kurdistana Îraqê berevanîya rojanevanan dike ragihandîye ku ew banga kêmkirina cezayên rojnamevanan dikin.

Şêrwanî û Zêbarî di Cotmeha 2020'an de ji hêla hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistana Îraqê ve hatibûn girtin.

Televîzyona Kurdî NRT ragihandibû ku serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, di dema civînek medyayê ya di 10'ê Sibatê de, rojnamevan û çalakvanên ku di 2020'an de li heremên Duhok û Hewlêrê hatibûn girtin, bi sîxurîyê tawanbar kir.

Dîndar Zebarî, berpirsê hikûmeta Herêma Kurdistanê yê bi rêxistinên navneteweyî, bersîva e-maila CPJ'ê ya bo şîrovekirina dozê neda.


XS
SM
MD
LG