Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CPJ: Li Seranser Cîhanê Herî Kêm 250 Rojamevan Zindankirî Ne


Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) îro Çarşemê ragihand ku hejmara rojnamevanên zindankirî li seranser cîhanê giheştiye 250 kesan.

CPJ dide zanîn ku ev sala çaran ya ser hev de ye ku hejmareke wiha bilind ya rojnamevanên zindankirî heye û Çîn û Tirkîye du welatên herî zindanker yên rojnamevan in.

“Heta 1'ê Berfanbarê, CPJ dît ku bi kêmî ve 250 rojnamevan, girêdayî karên wan hatine zindan kirin û % 98 ji wan rojnamegerên xwecîhî ne. Piştî Çînê, Tirkîyê, Erebistana Saudî û Misirê, welatên herî xirab ku rojnamevanan dixin zindanan Erîterya, Vîetnam û Îran in.”

CPJ dîyar dike ku Serokê Çînê Xi Jinping kontrola dewletê ya ser ragihandina xurtir kir û niha 48 rojnamevan li wî welatî zindankirî ne.

“Tirkîyê, jibe raagihandin û rexneyên wan yên dijî desthilata sîyasî pirtir ji 100 dezgehên ragihandinê yên serbixwe qedexe kirin. Niha 47 rojnamevan bi îdiayên terorê li zindanan têne girtin û hember bi dehan kesên din jî doz hatine vekirin.”

XS
SM
MD
LG