Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CPJ ji Cezakirina Rojnamevan Omîd Beroşkî re Bertek Nîşan Dide


Omîd Beroşkî
Omîd Beroşkî

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) derheqa cezakirina rojnamevane Kurd, Omîd Beroşkî daxuyanîyeke nivîskî weşand û ew ceza wek êrîşa ser rojnamevanîyê bi nav kir.

“Îro birêna seleke din ya cezayê zindanê ji rojnamevanê serbest, Omîd Beroşkî re nîşan dide ku karbidestên Kurd li bakurê Îraqê eciqandina azadîya ragihandinê û bêdengkirina rexnegirên hikûmetê ji xwe re kirine erkekê. Divê desthilatdar demûdest Beroşkî azad bikin û doza hember wî pûç bikin û dawî li acizkirina rojnamevanan bînin,” nûnerê CPJ yê Rojhilata Navîn û Afrîqaya Bakur Ignacio Miguel Delgado got.

Beroşkî di Tebaxa 2020’an de bi demeke kurt hatibû berdan, dû re di Îlonê de dîsa hatibû girtin û di 22’yê Hezîrana 2021’an de jiber parvekirinên wî yên medya civakî yên rexnegirên desthiladrarên Kurd, salekê cezayê zindanê li wî hatibû birîn,” CPJ bi berdewamî got.

CPJ ji zarê parêzer Ayhan Saîd ragihand ku bal kişand ku dadgeha Hewlêrê îro Beroşkî bi îdiaya reşkirina rêvebirîya Duhokê û polîsên wê derê, cezayê wî jibo her tawanekê 6 mehên din dirêjtir kirin.

CPJ dide zanîn ku wî peywendî bi Dîndar Zebarî, karbidestê payebilind yê hikûmeta herêma Kurdistanê kir, lê demûdest bersîvek ji wî wernegirt.

XS
SM
MD
LG