Rêxistina Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) îro di raporteke nivîskî de ragihand ku Erîterya welatê herî sansurkar ya cîhanê ye.
CPJ'ê dîyar kir ku hikûmeta Erîterya hemî medya û jêderên agahîwergirtinê yên înternetê di bin kontrola xwe de digire û di heman demê de li herêma başûrê Sahara ya Afrîqa (sub-Saharan Africa) herî zêde rojnemvanan zindan dike ew hikûmet e.
Di raporta CPJ'ê de Koreya Bakur û Turkmenistan jî bi tund î tên rexne kirin û medya wan welatan wek berdevikê dewletê tên bi nav kirin û tê gotin ku medya serbixwe li wan welatan tenê ji sirgunê tê kirin.
Di raportê de herwiha Erebistana Saudî, Çîn, Vîyetnam, Îran û Gîneya Ekvatorî, Belarûs û Kuba jî wek dewletên din yên herî xirab yên di warê azadîya ragihandinê de cîh digirin.