Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CPJ Êrîşa Ser Gav News û Girtina Wê Şermezar Dike


Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) êrîşa ser dezgeha Gav News ya ji alîyê hêzên ewlekarî yên Kurdên Îraqê ve û daxistina wê bi daxuyanîyeke nivîskî şermezar kir.

"Ger desthilatdarên Kurd yên li bakurê Îraqê êrîşên xwe yên li ser dezgehan û girtina ofîsên xwe bidomînin, di demek nêz de wê li Kurdistana Îraqê ji xeynî wêneya medyaya azad, tişteke din nemîne," nûnerê CPJ yê Rojhilata Navîn û Afrîqaya Bakur Ignacio Miguel Delgado got.

CPJ'yê bang li karbidestên Kurd yên li Herêma Kurdostanê kir ku rê bidin karmendan ku vegerin ofîsa xwe û piştrast bikin ku endamên medyayê bê tirsa tolhildanê, bi azadî bixebitin.

"Em bang li hikûmeta herêma Kurdistanê dikin ku bihêle xebatkarên Gav News demûdest vegerin ofîsa xwe û piştrast bike ku çapemenî jibo ragihandinê azad e," Delgado bi berdewamî got.

CPJ dibêje ku li gor ragihandin û daxuyanîyên rêxistinên azadî ya ragihandinê xwecîhî, Metro Center ya bo Parêzvanî û Mafên Rojnamevanan û Komela Parêzvanîya Azadîya Ragihandinê li Îraqê êrîşa ser ofîsa Gav News bi wî rengî pêk hatiye:

"Danê sibê ya 13'ê Mijdarê de, 4 endamên Asayîşê yên girêdayî Partîya Demokrat ya Kurdistanê (PDK), avêtin ser ofîsa Gav News ya li bajarê Duhokê û bê biryara dadgehê ferman dan karmendan ku ji navendê derkevin û miftan radest bikin. Wan herwiha ofîs dorpêç kirin ku rê li ber ketina avahîyê bigirin."

Hevdem, CPJ dide zanîn ku di ti ragihandin û daxuyanîyan de di derbarê dorpêçkirina ofîsê yan jî hejmara karmendên Gav Newsê yên ku di dema seravetina ofîsê de amade bûn hûrgulî nehatiye dîyar kirin.

CPJ dîyar dike ku li gor heman çavkanîyan, hêzên ewlekarîyê ferman daye karmendan ku bi dezgehên ragihandinê yên din re li ser seravêtin û girtina ofîsê de neaxifin û şîrove nekin û herwiha ew bi desteserkirinê tehdît kirine ku heke ev bikin.

CPJ di daxuyanîya xwe de bal kişand şîroveyên Komeleya Parastina Azadîya Ragihandinê ya li Îraqê.

Komelê ragihandiye ku girtina ofîsa Gav News di nava alozîyeke sîyasî ya di navbera Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û pismamê wî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ku li gor kanala NRT TV, Gav News nêzî wî ye, qewimîye.

CPJ dîyar dike ku Gav News ji 12'ê Mijdarê vir ve ji hesabê xwe yê Facebookê yan ji ser malpera xwe tiştekî nû neweşandiye.

CPJ herwiha dibêje ku wan ji Kordînatorê Hevkarîya Berevanîya Navnetewî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dîndar Zêbarî re û Lawk Gafurî, berpirsê ofîsa peywendîyên medyaya derve yê hikûmeta Herêma Kurdistanê re, e-mail şandine, lê, heta niha her du jî bersîva e-maîlan nedaye.

CPJ di dawîya daxuyanyê de bal dikşîne ku wê bi rêya App'a telefonê ji Gav New re peyam şandiye, lê bersîvek wernegirtiye.

XS
SM
MD
LG