Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CPJ: Îraq û Sûrîyê bo Rojnemevanan Welatên Herî Kujêr In


国际人权组织保护记者委员会标识
国际人权组织保护记者委员会标识

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) radigihîne ku di 2017'an de, herî kêm 42 rojnamevan li ser kar hatine kuştin.

CPJ kêfxweşîya xwe dîyar dike ku hejmara rojamevanên kuştî di sala duyê ser hev de, hindiktir bûye û kuştinkarîyên herî pir, bi kuştina 6 rojnamevanan li Meksîka pêk hatiye.

Îraq di şeş salên borî de, cara yekê şûna Sûrîyê bûye welatê herî kujêr yê rojnamevanan û li Îraqê 8, li Sûrîyê jî 7 rojnameger hatine kuştin.

Dîrektorê Karger yê CPJ Joel Simon kêfxweşîya xwe dîyar dike ku bi kêmbûna şer û alozîyên li Rojhilata Navîn, hejmara medyakaran jî hindiktir dibe.

Simon bal dikşîne ku zêdebûna kuştinkarîyên li Meksîka, encama kiryarên tolhidanê yên dijî raportên ku hatine çêkirin e û hikûmeta Meksîkî soza xwe ya parastina rojnamegeran bi cîh neanîye.

XS
SM
MD
LG