Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CPJ: Tirkîyê Dê Rojnamevanê Îranî Mosaîd Dersînor Neke


Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) îro Seşemê ji zarê parêzerê rojnamevanê Îranî Mihemed Mosaîd ragihand ku wî li Tirkîyê mafê penaberîyê xwestîye.

CPJ bang li karbidestên Tirk dike ku jiber ku Mosaîd bo karê rojnamevanîya xwe rûbirûyê zindankirinê ye, daxwaza wî ya bo penaberîyê demûdest were nirxandin.

Parêzera wî Canan Pehlivan ji CPJ' re ragihandîye ku ewê Mosaîd bo 10 rojên pêş deli gor pîvanên COVID-19 yên Tirkîyê li navendeke koçberîyê were ragirtin.

Parêzer Pehlivan destnîşan kirîye ku karbidestên Tirk soz dane ku wê Mosaîd dê neyê dersînorkirin.

Ev rewş, bi e-maîle ku doh ji rojnameya New York Times re ku tê pêşbîni kirin ku karbidestekî payebilind yê ewlehîya Tirkîyê ve hatîye şandin, hat pişt rast kirin.

Di daxuyanîyê de heman karbidest got ku MOSAD serlêdana parastina navneteweyî ya Mosaîd kirîye û dersînorkirina wî ne dş rojevê de ye.

Mosaîd piştî ku doh ji Îranê derbazî bajarê Wanê yê ser sînorê rojhilata Tirkîyê bû, CPJ ragihandibû ku ew li bajarê Wanê yê ser sînorê rojhilata welat ji hêla polîsên Tirk ve hatiye desteser kirin.

Hervdem, Mosaîd gotibû ku dê wî radestê Îrane bikin.

Rojnamevan Mosaîd jiber kiryarên rojnamevanîyê li Îrane bi cezaya çar sal û neh mehên zindankirinê hatibû mehkûm kirin.

Berpirsê Rojhilata Navîn û Afrîqaya Bakur ya CPJ'ê Şerîf Mansûr ser rewşa herî dawî ya Mosaîd axifî.

Mansûr destnîşan kir ku Mihemed Mosaîdê ku demek dirêje bo ragihandina nûçeyan xeterîyên kesane yên mezin digire, pirtir jîyana xwe xist xeterîyê da ku nekeve Girtîgeha Evîn ya Îrane ya ku bi şertên nebaş navdar e.

"Em kêfxweş in ku karbidestên Tirk dê daxwaza wî ya penaberiyê binirxînin û em hêvîdar in ku ewê bikaribe rojnamevanîya xwe bidomîne û wek mirovek azad bijî," Mansûr got.

Cezaya Mosaîd ya bi tawanên 'hevkarîya dijî ewlehîya neteweyî' û "belavkirina propagandaya dijî sîstemê' bi du girtinên berê re têkildar bû.

CPJ di Mijdara borî de jibo Mosaîd bi cesaretê gendelî, xwepêşandan û rêvebirina hikûmeta Îrane ya pêyvajoya COVID-19 radihand Xelata Azadîya Ragihandinê ya Navneteweyî ya 2020’an ya CPJ dabû wî.

Îranê di 12'ê Mijdara 2020’an de rojnamevan û edîtorê edîtorê tora nûçeyan ya bi navê Amadnews Ruhollah Zam darve kir.

Rojnemavan Zam, bi tawanên kiryarên wî yên di xwepêşandanên dijî hikûmetê yên di 2017'an de bi cezaya darvekirinê hatibû mahkumkirin.

Li gor raporta herî dawî ya CPJ’ê ya di derbarê rojnamevanên girtî, ku wê demê Zam jî di nav de bû, di 1’ê Mijdarê de li Îranê herî kêm 15 rojnemavan girtî nin.

CPJ bi armanca şiroveya hikûmetê ji Fahrettin Altun, serokê medya û ragihandinê ya ofîsa seroktîya Tirkîyê re telefon kirîye û e-maîl şandîye, lê tu bersîv negirtîye.




XS
SM
MD
LG