Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CPJ: Herî Zêde li Tirkîyê Rojnamevan Girtî Ne


Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) rapora xwe ya sala 2017’an weşand.

Li gor rapora dawî ya CPJ’ê li seranserê cîhanê 262 rojnamevan girtî ne.

CPJ dîyar dike ku herî zêde li Tirkîyê rojnamevan girtî ne. Par jî bi 83 rojnamevanên girtî Tirkîye di lîsteyê de li rêza yekê bû.

Li Tirkîyê niha 73 rojnamevan girtî ne. Di rêza duyê de Çîn heye ku li wî welatî 43 rojnamevan girtî ne. Piştî her du welatan Misir tê û li wir jî 20 rojnamevan girtî ne.

XS
SM
MD
LG