Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Kûbayê Dibêje Ewê 2,010 Girtîyan Azad Bike

Hikûmeta Kûbayê dibêje ku ewê 2,010 girtîyan wekî "nîşaneke mirovî" ji bo Hefteya Pîroz beriya Yekşema Vejînê azad bike. Wê eşkere nekir ka di berdanê de girtîyên siyasî jî hene yan na.

Ev gav Tê piştî berdana 51 girtîyan di meha Adarê de, di demekê de ye ku Amerîka petrola Kûbayê asteng dike û heta niha hemû şandina petrolê qut kiriye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê di bersiva pirseke Dengê Amerîka de got: "Em ji raportên ser berdana girtîyan a siberojê agahdar in, her çiqasî ne diyar e ka çend girtîyên siyasî dê werin berdan an na."

Berdevkê Wezareta Derve herwiha got: "Em bang dikin ku bi sedan welatparêzên din ên Kûbayê yên wêrek, yên ku bi neheqî girtî ne, werin berdan."

Balyozxaneya Kûbayê li Amerîkayê li ser platforma X'ê ragihand ku berdana girtîyan wekî "nîşaneke mirovî û serwerî" binav kir. Di nav kesên ku dê werin berdan de ciwan, jin, kesên ji 60 salî mezintir, û welatîyên Kûbayî yên li derveyî welêt dijîn, û herwiha welatiyên biyanî hene. Balyozxaneyê got ku girtîyênli ser sûcên tundûtûjîyê ne mafdar in.

Hikûmeta Kûbayê hûrgilî neda ka ew kengî yan di bin çi mercan de dê ev kes werin berdan, û ne jî sûcên ku wan têne tawanbarkirin binav kir.

Hikûmeta Amerîkayê di destpêka 2026’an de got ku rejîma Kûbayê rikaberên siyasî êşkence dike, azadîya raman û çapemenîyê red dike, ji bextreşîya gelê Kûbayê sûd werdigire û bi belavkirina îdeolojîya komunîst li seranserê herêmê bêserûberîyê diafirîne.

Koşka Sipî roja Duşemê got ku di siyaseta sizayên Amerîkayê yên bi dehên salan li ser Kûbayê de ti guhertin çênebûye, ji ber ku keştiyeke Rûsî ku petrolê hildigirit gihîşt welatê giravî yê Karîbî.

Berdevka Koşka Sipî Karoline Leavitt got: "Di siyaseta cezayan de guhertineke fermî çênebûye. Me destûr da vê keştîyê ku bigihêje Kûbayê da ku pêdivîyên mirovî ji gelê Kûbayê re peyda bike."

This item is part of
XS
SM
MD
LG