Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El Cubeyr: Em Nizanin Termê Xaşiqcî li Ku Ye


Wezîrê Derve yê Erebîstana Saudî Adil El Cubeyr ser kuştina Cemal Xaşiqcî ji Fox News ya Amerîkî re axifî.

El Cubeyr ser kuştina Xaşiqcî got ku ‘’şaşîyeke pir mezin e." Wî dîyar kir ku ew niha nizanin ku termê rojnamavanê Saudî li ku ye.

Wî îdiayên ku didin zanîn ku Prensê Cîgir Muhammed Bîn Salman berê hay ji kuştina Xaşqicî red kirin.

"Operasyona kuştina Xaşiqcî bê ku hikûmet hay jê hebe, pêk hatiye. Hin karbidestan dervayê desthilata xwe gav avêtine. Dema em agahîyên nû ser kuştinê bi dest xin, emê bi bîragiştî re parve bikin."

El Cubeyr sersaxî ji malbata Xaşiqcî re xwest.

Karbidestên Tirk termê Xaşiqcî li daristanekê û li bajarekî nêzî Stenbolê digerin.

Xaşiqcî herî dawî di 2’ê Cotmehê dema ketibû Konsulxanaya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Erebîstana Saudî berê îdiayên ser kuştina Xaşiqcî red kiribû, lê piştre dîyar kiribû ku Xaşiqcî li konsulxaneyê hatiye kuştin.

XS
SM
MD
LG