Parlamanterê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz Şewata Daristanên Çîyayê Cudîyê Dinirxîne
Sê roj bere li Çîyayê Cûdî agir bi daristanan ket û gelek dar şewitîn.
Parlamanterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz derbarê şewatê de pirsnameyek pêşkêşî parlamanê kir.
Wî da zanîn ku di nav sala 2020'an de 30 car agir bi daristanên derdora Çîyayên Cûdî û Gabarê ketine.
Kaçmaz van şewatan wek ''şewatên polîtîk'' bi nav dike.
“Şewata daristanan li Kurdistanê konseptek ji beşa polîtîkayên ewlekarîyê ye. Li cîyê ku agir destpê kiriye, qereqol û bircên çavdêrîya leşker û polîsan ava dikin.”
Kaçmaz herwiha îdia kir ku di dema operayonan de bi zanebûn agir li daristanan tê berdan.
“Gelek caran sazîyên dewletê jibo vemirandina agir tiştekî nakin, dema ku gel dixwaze bitefine, nahêlin.''
Kaçmaz herwiha dibêje ku li derên ku daristanan naşewitînin jî bi destê cerdewanan daran dibirin.
Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.