Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cudaxazên li Rojhilata Ukrayna Vekişîna Sîvîlan Ragihand


Dimeneke cudaxazên bi piştgirîya Rûsya li herema Donetsk ya li rojhilata Ukrayna (Arşîv )
Dimeneke cudaxazên bi piştgirîya Rûsya li herema Donetsk ya li rojhilata Ukrayna (Arşîv )

Zêdebûna alozîya li rojhilata Ukraynayê roja Înê fîkara welatên Rojava ya ser êrîşa Rûsyayê û şerekî nû li Ewrupayê zêde kir.

Serokê Komara Gel ya Luhanskê, ku li rojhilata Ukraynayê herêma duyê ya di bin kontrola cudaxwazan de ye, ragihand ku bi sed hezaran kes têne şandinê Rûsyayê.

Reutersê ji zarê şahidan got ku li navenda bajarê Donetsk yê li rojhilata Ukraynayê dengên bilind yên sîrenan dihat bihistin, piştî ku cudaxwazan valakirina mirovan ji heremê ragihand.

Hevdem, di nava demeke kurt de gelek malbat li xalên valakirinê ya li Donetsk kom bûn da ku ji Rûsyayê re werin veguhestin.

Karbidestan da zanîn wê nêzî 700 hezae kes werin veguhestin.

Hikûmeta Ukraynî dîyar kir ku ew bi ti awayî plana êrîşê yan jî armanckirina sivîlan nake.

Herwiha, li bajarê Donetsk îro li derveyî avahîya hikûmetê ya serhildêran meşînek peqiya.
Rojnamevanên Reutersê tomar kirin ku li dora meşînê perçeyên şarapnelê hebûn lê, gotin ku heya niha ti zararên canî nehatiye ragihandin.

XS
SM
MD
LG