Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cûdaxwazên Baskî Biryara Agirbesê Didin


Gruba cûdaxwaz ya Baskî ETA, bi weşandina vîdeoyeke agirbeseke ragihand.

Di vîdeoya ku di malpera rojnameya Baskî, Gara de hate weşandin, 3 mîlîtanên bi rûberk bi zimanê Baskî radigîhînîn, ETA biryara rawestandina operasyonên leşkerî daye.

Yek jî serhildayên ku ragihandina nivîskî dixwend, xuya kir ku ETA berî çend mehan biryar daye ku dest ji çekan berde û armancên xwe bi rêyên demokratîk çareser bike.

Heta niha piştrast nebûye, agirbes kindemî yan herdemî ye û hikûmeta Îspanî jî ti bersîvek li ser daxuyanîya ETAyê nedaye.

Rexistina cûdaxwaz, cara dawî li sala 2006ê agirbeseke herdemî ragihandibû. Lê, piştî 9 mehan, ETA peqîneke bombeyî ya Fîrîngeha Barajas ya Madrîdê girtibû ser xwe, ku 2 kes tê de hatibûn kuştin.

ETA, jiber pêşneçûna danûstandinên aştîyê ligel Madrîdê dawî li rewestadnian şer anîbû.

Hikûmeta Îspanî, rexistina ETA bi kuştina zêdeyî 800 kesan gunehbar dike, di şer û êrîşên wê yên damezrandina dewleteke serbixwe ya Baskî de, li rojhilata bakura Îspanya û rojavaya başûra Fransayê.

Yekîtîya Ewrupa û Amerîka ETA, wekî rexistineke terorîstî binav dikin.

XS
SM
MD
LG