Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Tirk Cezayê 12 Rojnamevanên Cumhurîyetê Erê Kir


Cumhuriyet gazetesi

Dadgeheke Tirk, tevî biryara dadgeha bilindtir, îro Pêncşemê biryara cezakirina 12 karmendên berê yên rojnameya Cumhurîyetê ya opozîsyonê erê kir.

Parêzerê rojnameyê Tora Pekîn ji Reutersê re got ku cezayê rojnamevan Kadrî Gursel, jiber biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn, hate pûç kirin.

14 karmendên Cumhurîyetê di Nîsana sala 2018an de, bi îdiaya terorîzmê û piştgirîdana Fetullah Gulen, hêşt sal û mehekê cezayê zindanê hatibûn mehkûm kirin.

Hemî 14 kes jiber serlêdana dadgeha pêdaçûnê hatibûn berdan ku negirtî werin darizandin, lê dadgeheke din di meha Şubatê de îtiraza wan red kiribû.

Hemî kesên tawankirî, sûcên hember xwe red kiribû û gotibû ku ew gaveke sîyasî ya bêdengkirina wan e.

Doza karmendên Cumhurîyetê li seranser cîhanê bûbû sedema nerazîbûnên mezin û rêxistinên azadîya ragihandinê ew doz bi tundî rexne kiribû.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG