Şeş karmendên rojnameya Cumhurîyet îro Pêncşemê bo temamkirina cezayên xwe yên ji tawanên terorîzmê, careke din hatine zindan kirin.
14 karmendên Cumhurîyetê di Nîsana borî de, bi îdiaya terorîzmê û piştgirîdana Fetullah Gulen, hêşt sal û mehekê cezayê zindanê hatibûn mehkûm kirin.
Hemî 14 kes jiber serlêdana dadgeha pêdaçûnê hatibûn berdan ku negirtî werin darizandin, lê dadgeheke din di meha Şubatê de îtiraza wan red kiribû.
Hemî kesên tawankirî, sûcîn hember xwe red dikin û dibêjin ku ew gaveke sîyasî ya bêdengkirina wan e.