Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Walîyê New York Andrew Cuomo bi Erîşên Seksî Tê Tawanbar Kirin


FILE - New York Gov. Andrew Cuomo speaks during a news conference at New York's Yankee Stadium, July 26, 2021.

Serdozgera eyalata New York Letitia James îro roja Seşemê got, Walî Andrew Cuomo erîşen seksî li dijî çend jinan pek anîye û yaseyên fedaralî û eyalatê binpê kiriyê.

James got “Pistî lekolîneke penç mehan hat tomar kirin ku Cuomo bedestûr wan jinan hembez kiriye, maç kiriye, û destdanîye. Her wiha Cuomo şiroveyên nelicîh bikaranîye ku ofîsa walîyê bûye cihekê kirêj ku re dayê bo wan erişên seksî.”

James got walî û karbidestên wî herî kemî, bergirî li yek karmendê kirine ji ber ku ew li ser erîşa cinsî axifîye.

James got “Bi taybet, ew lekolîn derxist holê ku Walî Andrew Cuomo li dijî karbidestên eyalata New York ya niha û berê erîşen seksî bikaranîye. Cuomo bedestûra ew kesan destdanîye wan û şiroveyên bi heqeret bikaranîye.”

James her wiha da zanîn ku lekolîner bi 179 kesan re axifîne bo we lepirsinê ku te de endamên berê û niha ya ofîsa waliyê hene.

Ofîsa Cuomo heta nîha şiroveya ew lepirsine nekir. Cuomo ya 63 salî hemû îddîayan red dike.

XS
SM
MD
LG