Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cuomo Bang li Trump Dike ku Karvekişîna Xwe Ragihîne


Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo bang li Serok Donald Trump kir ku karvekişîna xwe ragihîne.

Cuomo dîyar kir ku li gor wî divê Trump karvekişîna xwe ragihîne û ger ew wisa neke jî divê ji kar were dûr xistin.

‘’New Yorkî, Demokrat û Komarî piştgirîyê nadin êrîşvanan. Piştgirîyê nadin nijadperestîyê, antîsemîtîzmê. Piştgirîyê nadin anarşîyê. Ti New Yorkî piştgirîyê nade. Ger hûn jî bi me re ne karvekişîna vî serokî bixwazin. Ger hûn ne bi me re ne hûn jî bi wan talankeran re ne.’’ Cuomo got.

Wî da zanîn ku wî di çar salên rêvebirîya Trump de jimareke tiştan dîtine, lê nehatiye xeyalên wan ku ew tiştên ‘’hovane’’ yên li Washingtonê bibînin.

Cuomo da zanîn ku ew bûyerên li Washingtonê ne çalakîyên demokratîk bûn, lê ‘’peqîneke nefretê’’ bûn.

Walîyê New Yorkê dîyar kir ku bûyerên li Washingtonê jiber sîyaseta Trump ya ser ‘’nijadperestî, cudaxwazî û tirsê’’ çêbûne.

XS
SM
MD
LG