Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brezîlya: Cureya Nû ya Vîrusa Korona Sê Qat Pirtir Belav Dibe


Hikûmeta Brezîlya ser cureya nû ya vîrusa korona ya li herêma Amazonê hatiye dîtin daxuyanî da.

Wezîrê Saxlemî yê Brezîlya Eduardo Paziello dîyar kir ku cureya li Amazonê hatiye tespît kirin li gor vîrusa korona sê qat pirtir belav dibe.

Paziello da zanîn ku vaksînên vîrusa korona dijî wê cureya nû jî bi bandor in lê negot ku kê ew lêkolîn kirine û kîjan vaksîn bandorê çêdikin.

Wî dîyar kir ku ewê heta dawîya salê bo temamê kesên vaksîn bi wan pêwîst in vaksînan bikar bînin.

Li Brezîlya niha vaksînên Sinovac û AstraZeneca – BioNTech tên karanîn.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Brezîlya heta niha bi qasî 10 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 236,201 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG