Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Dêrazorê Alozî di Navbera Hêzên Rejîmê Û Xelkê Deverê de Dom Dike


Dêrezorê
Dêrezorê

Hêzên rejîma Sûriyê êrîşî xwepêşandanên rûniştvanên bakurê Dêrazorê kir. Di encamê de 2 kes hatin kuştin û hejmareke din birîndar bûn.

Roja Înê xelkên herêma Salihiyê ya gundewarên rojavayê Dêrazorê li dijî rêjîma sûrî daketbûn kolanan.

Xewpêşanderan xwestin ku hêzên rêjîmê ji gundewarên wan derkevin, û vegerin malên xwe.
Bi siloganên dijî rêjîma sûrî, û doza ketina Beşar El-esed xwepêşanderan bang dikrin, her wisa di vîdeoyên ku ji alîyê çalakvanan ser toreyên medayay civakî hatin weşandin tê de hat dîtin ku ala Hêzên Sûriya Demokrat HSDê ji alîyê xwepêşanderan ve hat hildan.

Hêzên rêjîma sûrî û alîgirên wan ên hêzên mezhebî yên Îranê bersiv bi guleyan dan û di encam de 2 welatî hatin kuşt in, navê wan ev in "Hemed Cedan El-Edad ji gundê Cedîd Begara ye û Ebdulrezaq El-Rehîm".

Hejamra birîndaran heya dema amadekirina vê raporê nehat zanîn, di nav de du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn e jî hene. Li gorî agahiyan di nava birîndaran de yên ku rewşa wan xerab jî hene.

Xwepêşanderekî ji Dengê Amarîka re got, rêjîma sûrî hêzên xwe û çekdarên mezhebî yên Îranî li gundewarên wan de bi cih kirine, û rê nadin ku xelik vegirin malên xwe.

Parêzer Mihemed Ebdelah ku di nava xwepêşandanê de bû ji Dengê Amarîka re bûyer û sedemên wê şirove dike û dibêje:
"Xwepêşandanên ku li Dêrazorê lidar ketin, ji deverên ku di bin kontirola hêzên QSDê de dest pê kirin û berê xwe dane deverên ku di bin kontirola hêzên rêjîmê de ne. Xwepêşander bêhtir li navçeya Elsalhiye, li dergehê başûrî Dêrazorê kom bûbûn, piştî nimêja înê berê xwe dan çerxeya Elsewami û hejmara wan zêdetirî 100 kesan bû, sedema xwepêşandanê ew e li dijî hebûna hêzên Îranî li herêmê û meşandina wan siyaseta şîiakirina xelekên deverê ye. Xwepêşanderan dikarîbûn rêbenda, ya ku bi navê kaziya Elseqer tê nasîn, konitirol bikin, jixwe xwepêşander bê çek bûn. Xuyaye ku rêjîm biryar neda guleyan berdin an jî tirsiyan ji ber wê vekişiyan. Lê dema ku xwepêşanderan berê xwe dane rêbenda dudyan hingê hêzên rêjîmê gule berdan û di encam de hindek kes birîndar bûn û du kes, ên bi navê Mihemed Eledad û Ebilrezaq Elrehîl, hatin kuştin, ji ber wê jî xwepêşander belav bûn. Aniha bang heye ku roja Înîya bê piştî nimêjê xelek derkevin xwepêşandanê li dijî hebûna hêzên Îranî û siyaseta şîiakirinê û her wisa hêzên rêjîmê jî rewş aloztir kiriye. Û dema me ji gelek kesan pirsî heger hêzên HSDê werin? Gotin wê rewş bi gelekî çêtir be ji ber em dibhîzin ku danûstandina wan bi xelkê re gelekî baş e, ya girîng ew e ku em li dijî hebûna hêzên rêjîmê û yên Îranê û siyaseta şîiakirinê ne".

Piştî hêzên rêjîmê bersiva bi guleyan dan, êrîşî xwepêşanderan kirin. Hêzên rejîmê hejmarek xwepêşander girtin û ew birin cihekî ne diyar.

Li gorî agahîyên teqez ku alozî berdewam e û xwepêşandan li hemberî rêjîma sûrî li deverên bakûrê çemê Firatê ku jêr kontirla HSDê ne berdewam e.
Hêjayî gotinê ye ku li navçeya Dêrazorê ku HSD ji alîkî ve û alîyê din çemê Firatê hêzên Îranê û hikûmeta sûrî bi cih dibin. Ew xwepêşandan dijî rêjîma sûrî ji herêmên jêr kontirola HSD derdikevin û ber bi deverên rêjîmê ve dimeşin.

Xwecihên li devera jêr kontirola rêjîma sûrî dijîn, rojane têne girtin, û çekdarîya bi darê zorê bi wan didin kirin.

Li gorî çalakvananên wê herêmê ku xelkên herêmê daxwaza hatina hêzên Koalisyona Navneteweyî û HSD dikin.

Raporta Zana Omer 24 09 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:10 0:00


XS
SM
MD
LG