Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Dîbeyta Navbera Trump û Biden de Sîyaseta Derve jî Hat Axaftin


Di dîbeyta dawî ya navbera Trump û Biden de sîyaseta derve jî cîhekî girîng girt.

Di destpêkê de mijara Çînê ji alîyê moderator Welker ve hate pirsîn û ji Biden hat xwestin ku ger wek serok wre hilbijartin, ewê çawa bi Çînê re bide û bistîne.

Biden got ku ewê givaştinê li ser Çînê bike ku bi pîvanên civata navnetewî pêbend be.

"Dema min bi Serokê Çînê Xi Jinping re hevdîtin kir, ez li dijî pêngavên Çînê yên li Derya Başûrê Çînê sekinîm. Helwesta min ya dijî rêberên otokratîk berevajîya helwesta Trump e. Ew zordarên wek li Koreya Bakur, serokê Çînê, Putin û yên din hembêz dike.”

Trump jî got ku sîyaseta wî ya hember Çînê karîger e û ew dewlet niha hesabê kiryarên xwe dide û bacên ku ser berhemên polayî yên Çînê hatine danîn di berjewendîya Amerîka de ne.

Wek bersîva pirseke ser Koreya Bakur, Trump got ku peywendîya wî ya bi serokê wî welatî Kim Jong Un cîhê pesnê ye.

"Tekilîya min bi Kim re pir baş e. Ew mirovekî cuda ye û îhtîmal e ew jî ser min bi heman awayî difikre. Ne tiştekî xirab e ku bi Kim re peywendîyeke min ya baş heye.”

Biden ew gotina Trump rexne kir û got ku berî ku Hîtler hemî Ewrupa dagir bike, tekilîya Amerîka ya bi wî re jî baş bû.

Hem ji Biden re hem jî Trump re rola maytekirina dewletên bîyanî hate pirsîn û Trump got ku Biden posta xwe ya cîgirtiya serok bi kar anî û ji xwe re berjewendîya diravî qezenc kir.

"Tiştên ku we kirin û diravên ku malbata te girtin… ew hemî bi rêka tê bûn," Serok Trump got.

Biden berevanî li pozîsyona kurê xwe Hunter Biden ya kompanîya Ukraynî ya enerjî Burisma kir ku di dema karê wî yê cîgirtîya serok de çêbûbû.

"Tenê yek tişt jî ne li dervayê qanûnê bû. Di dema împiçkirina Trump de hemî şahid piştrast kir ku min karê xwe bê qisûr kiriye. Kesê ku ji Çînê pere qezenc kiriye Trump e, ne malbata min e,” Biden got.

Serok Trump qebûl kir ku li welatên bîyanî hesabên wî yên bankê hene û hesabê wî yê li Çînê tenê ji sala 2013an heta 2015an aktîf bû.

Rojnameya New York Times ragihandibû ku li Çînê, Brîtanya û Îrlanda hesabên Trump yên bankê hene.

Trump got ku ew karsaz e û normal e ku li gelek welatan hesabê wî hebin. "Piştî ku ez bûm berbijarê seroktîyê min biryar da ku hesabên xwe yên li welatên bîyanî bigirim. Lê, Biden û kurê wî û birayê wî hemî dewlemend dibin."

Biden got ku her welatekî ku maytekirinxa xwe di hilbijartinên Amerîkî bike, wê hesabê wê yekê bide.

"Kî dibe bila bibe, her welatekî ku mudaxelaya hilbijartinên Amerîkî bike wê rûbirûyê encamên wê yekê bin. Em dizanin ku di vê hilbijartinê de Rûsya û heta astekê Çîn destkarî dikin û niha em hîn dibin ku Îran jî ketiye heman hewilê. Ger ez werim hilbijartin, ew hemî dê hrsabê wan kiryarana bidin.”

Biden îdia kir ku hêzên bîyanî yên wek Rûsya naxwazin ku ew were hilbijartin jiber ku ew diznain ku ewê bi helwesteke tund li hember wan bisekinim.

Trump jî got ku li hember Rûsya kes wek wî tund nebûye.

XS
SM
MD
LG