Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Biden di Dîbeyta Dawî de Derdikevin Hember Hevdu


Curb Event Center Belmont University in Nashville
Curb Event Center Belmont University in Nashville

Berbijarê Partîya Komarî Serok Donald Trump û berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden îşev di dîbeyta dawî de, li Zanîngeha Belmont ya bajarê Nashville, li Tennesse derdikevin hember hevdu.

Di dîbeyta îşev de berbijar dê hewil bidin ku berevanî li nêrînên xwe bikin û hewil bidin ku dengê hilbijêrên bêbiryar wergirin.

Komîsyona Dîbeytên Seroktîyê (CPD) ragihandibû ku ev dîbeyt wê saet û nîvekê bidome û ji her mijarekê re 15 deqe were veqetandin.

Di gotûbêjê de ji Trump û Biden re jibo her pirsekê du deqe dema axaftinê were dayîn û di wê demê de mîkrofona berbijarê din dê girtî bimîne.

Dû re beşa din ya dîbeytê anku dîbeyta vekirî wê destpê bike û her du namzet de bikaribin bersîva hevdu bidin. Di seranser dîbeyta vekirî de mîkrofonên her du kandîdan jî vekirî bin.

CPD ragihandibû ku jiber rexneyên derbarê dîbeyta yekê, biryar hate dayîn ku di dema axaftina berbijarekî de mîkrofona kandîdê din girtî bimîne da ku temaşevan bikaribin bi zelalî gotinan guhdar bikin.

Trump û Biden cara pêşî di 29’ê Îlonê de rûbirû axifîbûn, lê jiber maytekirina pir zêde ya berbijaran ew dîbeyt bi tundî hatibû rexne kirin.

Dîbeyta duyê ku biryar bû di 15’ê Cotmehê de bihata kirin, jiber pêketina Serok Trump ya nexweşîya COVID-19 hatibû betal kirin.

XS
SM
MD
LG