Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Biden di Dîbeyta Yekê de Derdikevin Pêş Hilbijeran


Serokê Amerîka Donald Trump yê Komarî û berbijarê Demokrat Joe Biden di gotûbêja yekê televîzyonî de li bajarê Cleveland ya istana Ohio derdikevin pêş hilbijeran.

Gotûbêja televîyonî ya hilbijartina seroktîyê ku li Amerîka wek dîbeyt tê zanîn, bi moderetorîya rojnamevanê navdar Chris Wallace tê darxistin.

Di dîbeyta yekê de her du berbijaran derheqa 15 mijarên curbicur yên wek Dadgeha Qanûna Bingehîn, COVID-19, rewşa ekonomîya Amerîka, kêşeya nîjadprestî, ewlehîya pêkanîna hilbijartinên Amerîkî û rewşa kesane dê werin nîqaş kirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku li Amerîka dîbeytên hilbijartina seroktîyê ji sala 1988’an vir ve ji alîyê Komîsyona Dîbeytên Seroktîyê (Commission on Presidential Debates /debates.org) tê lidarxistin.

Li Amerîka hilbijartina seroktîyê her çar sal cerekê di 3yê Mijdarê de, roja Sêşemê tên kirin û li gor qanûna bingehîn ya Amerîka serokê hilbijartî tenê du geran dikare seroktîyê bike.

XS
SM
MD
LG