Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Nidal Hac Derwîş: Dîrok bi Zanistê Ava Dibe, Ne bi Helwest û Daxwazan


Dîroka miletan, nasnameya wan diyar dide û giraniyê dide rola wan di avakirina şahristaniyê. Ji ber wê jî zana û dîroknasên kurdan, di demên dawî de hewildanek mezin dikin ku roniyê bidin dîroka kurdî ya kevin û wê ji nerîn û bûyrên çewt û nerrast pak bikin.

Dr. Nidal Hac Derwîş , dîroknas û lêkolerê dîroka kevin ya Mezopotamiya û ya ya miletên wê yên resen e, yek ji wan kesên xemxurê dîroka kurdî ya resen e û di berhmên xwe de hewil dide ku toz û gemarê ji ser roplên dîroka miletê xwe hilîne. Berhema wî ya dwaî bi zimanê Erebî derket ji Dar Alzeman bi navê" Lêkolînên di kevneşopên Medya û Mezepotamiya ya jorîn de".

Dr. Nidal bû mêvanê bernama Deng û Reng ya Dengê Amerîka da ku hinekî nerîn û bûçûnên xwe did erbarî dîrok û girîngiya wê di roja îro de bi me re parveke.

Dr Nidal Hac Derwîş di sala 1972an li Dîmeşqê/ Sûriyê ji dayik bûye.

- Beşê dîrokê li zanîngeha Dîmeşqê xwendiye ( 1992-1996)

- Xwendina şûnmayên rojhilata navîn yên kevin û zimanên Samî li zanîngeha Martin Luther li Elmaniya qedand ( 2002-2006)

- Di sala 2010an bawernameya Dr di dîroka rojihilatê de ji zanîngeha Martin Luther li Elmaniya wergirt.

Nuha li London dijî.

Berhmên wî bi zimanê Erebî, Elmanî û kurdî hene di derbarî dîroka rojhilata navîn ya kevin û miletên Hûriyan, Mîtaniyan û Impratoriya Medya.

please wait

No media source currently available

0:00 0:28:14 0:00


please wait

No media source currently available

0:00 0:28:14 0:00


XS
SM
MD
LG