Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ibrahîm Ibrahîm: Dîroka Kurdan di Pirtûkên Islamî de Wendayî Maye


Kurd wekû miletekî resen di Rojhilata Navîn de xwedan kedek mezin e di dîroka wê de , ji serdemên kevin ta roja îro de û bi taybetî di nav dîroka Islamî de ku kurdan rolek mezin tê de lîstin û destê wan di avakirina dewleta wê de hebû. Lê belê ew bi awayekî ne zelel di nav pirtûkên serema islamî de hatine binavkirin yan jî bibîrkirin.

Hindek ji dîroknas û lêkolînerên kurd dest bi xebatên bi vî rengî kirine da ku dîroka kurdî di serdema Islmanî bînin ziman û zelal bikin.

Yek ji wan kesan nivîskar û lêkolînerê Kurd Ibrahîm Ibrahîm e, ku berhema xwe ya nû bi navê "Kurd û Wargehên Wan di Pirtûka Sûretul-Erd a Ibin Hewqel de" belav kir.

Ev pirtûk yek ji çavkaniyên serekî ne di dîroka erdnîgariya herêma desthilata Islamî de. ji ber vê yekê ji Ibrahîm destê xwe avêt wê û xwest ku lêkolînên xwe li ser bike da ku hin rûpleên veşartî di dîrokê de diyar bike.

Pirtûka Ibrahîm li Stockholma paytexta Swêdê, ji aliyê weşanxaneya Apecê ve hat çap û belavkirin.

Ibrahîm Ibrahîm di sala 1971ê de li bajarê Hesekê ji dayik bû.

Di sala 1997an de li zanîngeha Şamê di beşê dîrokê de lîsans wergirt.

Di sala 2016an de jî lîsansa bilind di beşê Ziman û Çanda Kurdî de li Zanîngeha Mêrdînê wergirt.

Di sala 2016an de bû xwendekarê doktorayê di beşê Ziman û çanda Kurdî de li Zanîngeha Dicleyê li Amedê.

Nuha Ibrahîm tevî malabata xwe li Swêdê dijîn û xebatê xwendin û lêkolînên xwe berdewam dike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:29:43 0:00


XS
SM
MD
LG