Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Girtîyê Nexweş Devrîm Ayik li Tirkîyê Giran E


Devrîm Ayik û dayika wî Hulya Ayik
Devrîm Ayik û dayika wî Hulya Ayik

Devrîm Ayik yek ji girtîyên nexweş e ku di sala 2015’an de bi tawana “endamtîya rêxistina terorê” hatibû girtin.

Ayik 3 sal girtî mabû û piştre hatibû berdan, lê ew heta niha di çarçoveya heman dosyayê de 4 caran hatiye girtin ku ya herî dawî îsal bû.

Dayika Devrîm, Hulya Ayik dibêje ku kurê wê sala di 2012’an de bi nexweşîya rovîyan ketiye û heta niha ew bi du caran hatiye amelîyat kirin û 100 santîm ji rovîyên wî hatiye jêkirin.

“Devrîm li Edîrne girtî bû û ew di 2 Nîsan’ê de biribûn nexweşxaneyê û kolonoskopî hatibû kişandin. Bi vê yekê ve girêdayî doktor gotibû ku rovîyên wî tev rizîne û jiber rewşa xirab ya nexweşîya divê ew her 14 rojan carekê were derzî kirin.”

Ayik bi berdewamî dibêje ku dû re kurê wê birin Girtîgeha Îzmîrê û jiber berîya niha jî Devrîm li wirê mabû rêveberîya zindanê jiber nexweşîya wî berpirsîya wî qebûl nake.

“Ew careke din şandîbûn Zindana Edîrne û piştî 3 rojan jî ew şandibûn Zindana Eskîşehîrê.

Odeya ku niha lê tê girtin jî mirovekî baş jî nikare lê bimîne. Lê Devrîm tevî rutubete jî wî li wir digirin.”

Kasim Saglam
Kasim Saglam

Parêzer Kasim Saglam jî got ku girtina Devrîm Ayik hem jiber pandemîya vîrusa korona hem jî jiber nexweşîya wî dijî hiqûqê ye.

Saglam anî ziman ku jibo berdana Ayik ew her meh serlêdana dadgehê dike.

“Hemî serlêdanên jibo berdana Ayik tevî raporên nexweşxaneyê jî ji alîyê dadgehê ve nayê qebûl kirin. Min niha jibo Sazîya Tipa Edlî (ATK) jî serlêdana dadgehê kir. Lê heta niha ti bersiv nehatiye dayîn.

Saglam bal dikşîne ku piştî hewildana darbeya leşkerî ya 2016’an de binpêkirinên mafên mirovan li zindanan zêde bûne.

“Herwiha jiber pandemîya vîrusa korona jî veguhastina girtîyan ji nexweşxaneyan re dibe sedema binpêkirinan.”

Hêjayî gotinê ye ku li gor rapora sala 2020’an ya Komela Mafên Mirovan (ÎHD) ya ser girtîyên nexweş li girtîgehên Tirkîye 605 jê giran bi giştî 1,604 girtîyên nexweş hene.

MEB_17_05_21_Girtîyê_Nexweş_D_Ayik
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:37 0:00

XS
SM
MD
LG