Lînkên eksesibilîtî

Dadgehkirina 500 Tawankarên Darbeya Leşkerî li Tirkiyê


Roja Sêşemê nêzîkî 500 kes, bi tawan hewildana darbeya leşkerî ya neserkeftî li Tirkiyê li dadgehê bûn, li dervey avahiyê dadgehê xwepêşandan hebû, hejmareke mirovan kevir di avêtin tawanbarên ku, destên wan di bestî bûn û ew bi "kujer" bi nav dikrin.

Dadgehkirina îro Sêşemê ya wê hejmara zêde ya tawankaran ku, di nav de generalên leşkerî hebûn, ji wana berpirsê hêzên esmanî yê berê Akin Ozturk, herweha pîlot û lîderên hewildana darbeyê û firokevanên leşkerî hene yên avahîyê palamenê di dema darbeyê de bombebaran kir bûn.

Prosêsa roja Sêşemê, ya dadgeh kirinê, beşeke ji dadgehkirina zêdetir ji 50 hezar kesan ku, ji dema darbeya leşkerî li 15 Tîrmeha sala bûrî heta nûha hatine girtin, herweha 110 hezar kes ji karên wan hatine avêtin.

Kesên hatine girtin, bi tawana kuştin û hewildana nehêlana desthilatê li Tirkiyê tên tawanbar kirin.

Tê texmînkirin ku, dozên taybet yên derbarê tawanbarên darbeya Leşkerî de, dê bi mehan vêkêş in, û bi hezaran kes dê bên dadghekirin.

Roja 15 Îlona sala 2016an, li Tirkiyê hewildana darbeya leşkerî pêkhat bû, hikûmeta Enqerê kesatiyê oldar Fethullah Gulen û alîgirên wî, weke sûcdarên darbeyê dibîne, di hewildana darbeyê de 249 kes ji aliyê darbekaran ve hatbûn kuştin, herweha 30 kesên beşdarî darbeyê bûbûn hat bûn kuştin, heta nûha bi deh hezaran kes hatin giritn û ji karên wan hatine avêtin.

XS
SM
MD
LG