Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirkîyê Daxwaza Berdana Demîrtaş Red Kir


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ji Twitterê ragihand ku daxwaza berdana berbijarê serkomarîyê yê wê partîyê Selahattîn Demîrtaş hatiye red kirin.

HDP’ê bo ku Demîrtaş yê li Hepa Edîrne girtî ye were berdan, di 15’ê Gulanê de serî li Dadgeha Cezaya Giran ya 19’an ya Enqerê dabû.

HDP’ê biryara dadgehê ji ser Twitterê şermezar kir.

Parêzerê Demîrtaş, Mahsunî Karaman jî da zanîn ku hîn ti biryara teqezkirî nehatiye ragihandin.

Demîrtaş, ji Mijdara 2016’an vir ve li Hepsa Edîrne girtî ye jiber tawanên ‘’avakirian rêxistina terorî, rêvebirin û propagandaya wê, pesindana sûc û sûcdaran’’ bo wî heta 142 cezaya hepsê tê xwestin.

XS
SM
MD
LG