Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgehê Îtîraza Dijî Biryara Bernedana Demîrtaş Red Kir


Dadgeha Cezaya Giran ya 20’an îtiraza dijî neberdena berbijara Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş red kir.

HDP’ê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Dadgeha Cezaya Giran ya 20’an bi sedema ‘’gumana reşkirina delîlan’’ biryara dadgeha jêrîn, Dadgeha Cezaya Giran ya 19’an pejirand.

HDP’ê da zanîn ku biryara dadgehê dûrî hiqûqê ye û ew jî nîşan dide ku îqtidara siyasî naxwaze ku hilbijartineke adil û azad li dar keve.

Parêzerê Demîrtaş, Mahsun Karamani ji Twitterê ragihand ku ewê bo berdana Demîrtaş serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bikin.

XS
SM
MD
LG