Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Qanûna Bingehîn Dê Îro Biryara Ser Doza Girtina HDP'ê Ragihîne


Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê dê îro Çaşremê biryara ser îdianameya derbarê girtina Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ragihîne.

Ger Dadgeha Qanûna Bingehîn îdianameyê bipejirîne dê peyvajoya ser girtina HDP’ê bi awayekî fermî destpê bike û dê di 60 rojan de ji wê partîyê bersîv were xwestin. Mafê HDP’ê heye ku bo dirêjkirina demê serlêdanê bike.

Serdozgerê Komarî Bekîr Şahîn jiber ‘’çalakîyên HDP’ê yên dijî yekîtîya milet û dewlet’’ê ser girtina wê îdianema hazir kiribû û bo 687 sîyasetvanên wê partîyê qedexeya sîyasetê xwestibû.

Hêjayî balkişandinê ye, Wezareta Derve ya Amerîka di rapora dawî ya ser mafên mirovan de bi bîr xistibû ku li Tirkîyê di serî de dijî HDP’ê, li hember opozîsyonê zext hene.

Rapora Wezareta Derve ya Amerîka bi bîr xistibû ku Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, tevî biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa ser berdana wî di girtîgehê de ye.

XS
SM
MD
LG